Li Nîjeryayê di gelemşeya belavkirina xwarinê de 38 kes mirin

Li Eyaleta Anambra û herêma Okija ya Nijeryayê di çarçoveya pîrozbahiyên Noelê de gava tişt dihatin belavkirin, xelkê hevdu perçiqand. Di encama gelemşeyê de 38 kesan jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li Nîjeryayê gava xwarin dihat belavkirin, gelemşe çêbû. Di bûyera ku asta xizaniya li welat tê jiyîn raxist berçavan de, 38 kes mirin.

Li paytext Abuja ya Nîjeryayê di çarçoveya pîrzobahiyên Noelê de xwarin hat belavkirin. Di dema belavkirinê de kesên ku xwestin xwarinê bidest bixin, hevdu pelaxtin. Di bûyerê de li gora agahiyên destpêkê, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan 8 kes jî birîndar bûn. Piştî vê felaketê li herêma Okija ya eyaleta Anambra di çaçroveya pîrozbahiyên Noelê de dîsa di dema belavkirina tiştan de gelemşe çêbû. Di vê bûyera ku xelkê hevdu pelaxt de jî 27 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Di 18’ê Kanûnê de jî 40 zarok bûn qurbanî

Li aliyê din li eyaleta Oyo ya welat, di 18’ê Kanûnê de di çarçoveya pîrozbahiyên Noelê de pîrozbahiya seyranî hatibû lidarxistin. Di vê şahiyê de jî 40 zarokên ku di nav dest û piyan de mabûn, jiyana xwe ji dest dabûn.