Li Nepalê cara ewil jinek bû serokwezîr

Li Nepalê seroka berê ya Dadgeha Bilind Sushîla Karkî, wek serokwezîra demkî sond xwar û bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê.

Navenda Nûçeyan – Li Nepalê qeyrana siyasî ku li dijî qedexekirina medyaya sanal dest pê kir û paşê veguherî xwepêşandanên girseyî, bû sedem ku Serokwezîr Khadga Prasad Sharma Olî îstifa bike.

Bi vê re li welêt derî li serdemeke nû vebû. Seroka berê ya Dadgeha Bilind Sushîla Karkî, wek serokwezîra demkî dest bi kar kir. Tê payîn ku hilbijartinên nû, di 5’ê Adara 2026’an de bên kirin.

Li Nepalê piştî xwepêşandanên bi rojan, di dîroka welat de tiştekî nebûyî pêk hat. Seroka berê ya Dadgeha Bilind Sushîla Karkî, wekç serokwezîra demkî sond xwar û bû serokwezîra jin a ewil Nepalê.

Li gorî çapemeniyê, Sushîla Karkî, li ofîsa Serokkomarê Nepalê Ram Chandra Paûdel bi merasîmekê sond xwar û dest bi karê xwe yê serokwezîrtiyê kir. Ev yek di anketa online ya ji aliyê xwepêşandêran ve li ser Discordê hat çêkirin de, piştgiriyeke mezin ji bo Sushîla Karkiyê da der. Bi vî awayî Sushîla Karkî, di dîroka welêt de bû serokwezîra jin a ewil.

Li gor daxuyaniya ji aliyê ofîsa serokwezîrtiyê hat kirin, Ram Chandra Paudel, li gor nêrîna Sushîla Karkiyê meclisê fesix kiriye û tê payîn hilbijartinên nû di 5’ê Adara 2026’an de bên.