Li Myanmarê erdheja bi pileya 7,7 çêbû

Di erdheja mezin a li Myanmarê ku pileya wê 7,7 bû de gelek avahiyên bilind zirar dîtin.

Navenda Nûçeyan- Li nêzî herêma Sagaîng a Myanmarê du erdhejên bi pileya 7,7 û 6,4 çêbûn. Di erdhejan de gelek avahî hilweşiyan.

Du erdheêj çêbûne

Li gor daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Emrîkayê (USGS), li bakur-rojavayê Sagaîna li bakurê paytext Nepîdoyê du erdhej li dû hev çêbûn. Hat ragihandin ku pileya erdheja yekemîn 7,7  ya duyemîn jî 6,4 e. Di erdhejên ku 10 kîlometre kûrahiya wan de, heta niha tenê kesek miriye.

USGS’ê ragihand ku piştî erdhejên mezin, çend erdhejên biçûk jî çêbûne û li welatên wek Tayland û Çîna ku cîranê Myanmarê ne jî hatiye hîskirin. Li gor agahiyên ku rayedarên Taylandê dane, li paytexta Bangkoka Taylandê avahiyek bilind hilweşiyaye, kesek tê de asê maye û miriye. Li gor Reuters'ê Waliyê  Bangkokê gotiye ku li Bangkokê gelek avahiyên bilind zirar dîtine. Li gor USGS'yê Myanmar 12 deqe piştî erdheja pileya wê mezin, bi erdheja tundiya wê 6,4 jî hejiyaye.

Li Myanmara ku yek ji welatên herî xizan ên Asyayê ye, piştî ku artêşê desthilatiyê bidest xist, bi qasî 4 salan şerê navxweyî çêbû. Ji ber vê yekê tê gotin ku Myanmar nikare bi tena serê xwe ji bin vî barê giran ê erdhejê derkeve.