'Li Morîtanyayê mekanîzmayek ji bo parastina jinan ji tundiyê tune ye'

Çalakvana Morîtanyayî Lalla Angumeyda rawestandina "Qanûna Rûmetê" rexne kir û bal kişand ser rêjeyên bilind ên tundûtûjiya li dijî jinan li welêt. Lalla tekez kir ku têkoşîna jinan ji bo derxistina qanûnê berdewam dike.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tunis  Jinên li Morîtanyayê ji bo derxistina qanûnek ku wan ji tundûtûjiyê biparêze rastî gelek astengiyan tên. Piştî rawestandina "Qanûna Rûmetê" ya ku armanca wê parastina jinan bû, çalakvan girîngiya xurtkirina torên hevgirtinê li seranserê Afrîka û herêmê destnîşan dikin û tekez dikin ku pêwîstiya bi hewldanên berfireh ji bo têkoşîna li dijî tundûtûjiya li dijî jinan heye. Her ku tundiya li dijî jinan li welêt zêde dibe, hewcedariya bi qanûnên bihêz ji bo parastina wan û xurtkirina mafên wan zêde dibe.

Nebûna qanûnên ku jinan biparêzin

Lalla Angumeyda, Seroka Komeleya Pêşengên Parastina Jin û Zarokan bal kişand ser şîdeta ku jin pê re rû bi rû dimînin û nebûna parastina qanûnî. Lalla Angumeyda diyar kir ku astengiyên girîng hene li pêşiya derxistina qanûnek ku li dijî şîdeta li dijî jinan têdikoşe, ev astengî dijberiya derdorên olî û muhafezekar ên ku qanûnê wekî "dijberî qanûna îslamî" dibînin û her weha mekanîzmayên bicîhanînê yên qels dihewîne. Lalla Angumeyda tekez kir ku pêdivî bi xurtkirina hevkariya Afrîkî û herêmî heye.

Lalla Angumeyda destnîşan dike ku jinên Morîtanyayî li gorî jinên li welatên din ên bi şer û pevçûnan ve mijûl in, di rewşek nisbeten aramtir de ne. Lêbelê, ew destnîşan dike ku ji ber nebûna parastina qanûnî û nebicîhanîna hin qanûnan li ser erdê, pirsgirêk hîn jî berdewam dikin.

Rawestandina Qanûna Rûmetê

Çalakvan Lalla Angumeyda dibêje ku "Qanûna Rûmetê" ya hejmar 54, ku ji sala 2011an vir ve hatiye rawestandin, mijara nîqaşê ye ji ber ku "li gorî nirxên Îslamî nîne" û diyar dike ku ji bo ku qanûn di parastina jinan de bibandor be, pêdivî ye ku ji hêla saziyên têkildar ve bi tevahî were lêkolîn kirin.

Armanca qanûnê ew e ku wekheviya zayendî misoger bike, rûmeta mirovan biparêze, zewaca zarokan û sinetkirina jinan qedexe bike û beşdariya jinan di jiyana giştî, aborî û civakî de xurt bike.

Zêdebûna rêjeyên jinberdanê û şîdeta cinsî

Lalla Angumeyda li ser rewşa jinên hevberdanê kirine dibêje ku rêjeyên hevberdanê li Morîtanyayê zêde ne û astengiyên civakî û şêwazên zîhniyetê ji bo jinan dijwar dikin ku mafên xwe bixwazin.

Derbarê şîdeta cinsî de, Lalla Angumeyda tekez dike ku bûyerên tecawizê, bi taybetî li Nouakchott, zêde bûne û bûne pirsgirêkek cidî ku pir caran di medyayê û platformên dîjîtal de tê ragihandin. Lalla Angumeyda tekez dike ku pêdivî bi qanûnek bihêz heye ji bo parastina jin û keçan û divê ev qanûn di bicîhanîna xwe de jî bibandor be.

Lalla Angumeyda axaftina xwe bi gotina ku divê hevkariya bi rêxistinên jinan ên Afrîkî û herêmî re were xurtkirin û tevî hemû zehmetiyan jî, hîn jî cih ji bo xebata hevbeş û nîqaşkirina pirsgirêkên civakî heye, bi dawî kir.