'Li Misrê tundî û qetilkirina jinan zêde dibin'
Çalakvanên femînîst ên Misrê diyar kirin ku rêjeya bilindbûna tawanên qetilkirina jinan di nav 2 salên dawî de zêde bûye û destnîşan kirin ku sedema vê yekê, ‘mêrbûn’ û pêkneanîna yasayan e.
ESMAA FETHÎ
Qahîre – Rêjeya sûcê qetilkirina jinan a bi destê malbat û hevjînên wan ve, di van demên dawî de zêdetir bûye. Tevî hebûna çend guhertinên yasayî û hewldanên xebatên civaka sivîl bi taybetî jî jinan, rewş berdewam e. Çalakvanên jin ên Misrê destnîşan dikin ku ji bo hînbûna sedemên bilindbûna rêjeyên tundiya li ser jinan, pêwîstî bi lêkolînên rast heye.
Ji bo ku ku em fam bikin ka rastiya pêkanîna sûcên qetilkirin û xwekuştina jinan a di van demên dawî de li Misirê çi ye, me bi çend çalakvanên femînîst re hevdîtin pêk anîn.
‘Bi tundiya malbatî 350 jin hatin qetilkirin'
Endama Weqfa "Berah Aman" Şeîma Tentewî yek ji van çalakvanan e. Şeîma diyar kir ku raporek bi sernavê "Derketina derveyî nivîsarên civakê" weşandiye. Şeîma da zanîn ku di vê raporê de sûcên ku di nava salên 2019-2022’an de hatine kirin eşkere kiriye û derbarê daneyên raporê de wiha got: “Di nav 3 salan de 350 jin hatine qetilkirin. Her wiha hejmarek din jî gihîştine asta xwekuştinê. Xwekuştin jî encama tundiya malbatî ye ku di encamê de jin û jinên ciwan tên qetilkirin. Di van du salên dawî de rêjeya qetilkirina jinan gelek zêde bûye. Ev sûc jî girêdayî civakê ne û divê lêkolînek ji hemû waran ve bê kirin da ku bikaribin sedemên van bûyeran eşkere bikin. Divê rayedar raporên jinan cidî bigrin. Ji ber ku mijar ber bi pêş ve diçe û jiyana gelekan di xeterê de ye."
'Sedema mirin tundî û qetilkirina jinan aborî ye'
Şeîma Tentewî destnîşan kir ku sedemên bingehîn ên qetilkirina jinan rewş aborî ye û wiha pê de çû: "Yek ji sedemên ku jin tên qetilkirin, têkçûna rewşa aborî û belavbûna madeyên hişbir a di nava civakê de ne. Yasa jî bi erkên xwe li hemberî sûcên qetilkirina jinan pêk nayên. Ev yek jî dihêle hejmara sûcan zêdetir bibe. Di dosyayên destdirêjiya li ser jinan de gelek hewldanên mezin tên kirin, lê pêwîstiya jinan û jinên ciwan bi peyamên dilnizm heye. Jin hewceyî guhertinên cidî ne, yên wek ronîkirina taxan û sazkirina kamerayan. Her wiha divê yasa di parastina mafên wan de erka xwe pêk bînin û giliyên wan bi cîh bînin."
'Bangên alîkariyê bê bersiv dimînin'
Lêkolînera mafên aborî û civakî Omayîme Îmad destnîşan kir ku tu zagona ku parastina jinan bike tuneye û wiha pê de çû: "Bûyerên qetilkirina jinan gelek caran ji aliyê hevjîn an jî malbatê ve pêk tên. Li ser tawanên ku ji aliyê hevjînên berê ve hatine kirin, jin gelek caran banga alîkariyê dikin, raporan pêşkêş dikin. Lê bêyî tu bersivek rastîn bidin giliyên wan, bi sûcan re rûbirû dimînin. Çanda gelêrî jinan biçûk dixe û heq dide mêr ku kerba xwe bi serê jinan de birjîne. Ji ber vê yekê gelek jin di qadên giştî de ewlehiyê nabînin. Divê civak li ser xeterên tundiyê bê hişyarkirin."
'Jin di qadên giştî de bê ewle dimînin'
Demezrînera Însiyatîfa "Mêdiyem"ê ku destek dide jin û zarokên bi nexweşînan re rûbirû dimînin, sedemên zêdebûna van rêjeyan wiha vegot: "Sedemên herî girîng ên zêdebûna rêjeya tawan û kiryarên li ser jinan; mafê mêran heye her kesî bikuje, ji ber ku tenê ew mêr e. Darizandin jî demeke dirêj digre, ji bo ku van pirsgirêkan çareser bike. Ji ber ku çareserî jî ne asteng in, kujer nayên cezakirin. Ev yek jî dihêle ku jin di jiyanê û di nava civakê de bê ewle bijîn. Loma gelek jin dernakevin derveyî malê. Neçar dimînin paş ve gav bavêjin."
'Pêdivî bi şêwirmendiya malbatî heye'
Endama Yekîneya Hiqûqî ya Însiyatîfa "Sened" Şeîma Hesen jî got ku ji ber edet û kevneşopiyên bavsalarî rê nadin ku mêr fikra redkirinê qebûl bikin, dibin destdirêjkar. Şeîma Hesen ev agahî dan: “Madeyên hişbir jî di pêkanîna tawanên qetilkirina jinan de roleke mezin dilîze. Însiyatîfa "Sened" piştevaniya yasayî ji jinan re pêşkêş dike. Tîmên me 24 seatan amade ne ku xwe bigihînin jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin. Jin pêdiviyên xwe bi çanda piştevanî û piştgiriya ragihandina pirsgirêkên xwe heye. Êdî zêdekirina cezayan jî ne çareserî ye, ji ber ku valahî carna sûcdaran beraet dike. Di vê demê de gelek pêwîstî bi şêwirmendiya malbatî heye. Ji ber ku ew bi çanda giştî re mijûl dibe û ji bo guhertina wê dixebite."