Li Misrê xwendekara 16 salî piştî ku vegeriya mala xwe jiyana xwe ji dest da
Li parêzgeha El-Cîzayê ya Misrê, Aya El-Seyîd Bedir Radwan a 16 salî ku beriya çend rojan winda bûbû û piştre vegeriyabû mala xwe, jiyana xwe ji dest da. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Navenda Nûçeyan – Li navçeya El-Saf a parêzgeha El-Cîzayê ya Misrê, xwendekar Aya El-Seyîd Bedir Radwan a 16 salî jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku ji vê jina ciwan re çend rojan agahî nedihat girtin û ew piştî vegera mala xwe miriye.
Aya El-Seyîd Bedir Radwan, di 13’ê Îlonê de piştî ku ji bo kirîna hinek pêdiviyên malê ji malê derketibû, winda bûbû. Li gorî agahiyên malbata wê, wê telefona dayika xwe kiriye û diyar kiriye ku gihîştiye herêmê. Piştî demekî kurt, telefona wê hatiye girtin û êdî agahî jê nehatiye girtin.
Malbatê, piştî ku keça wan winda bû ji bo alîkariyê serî li rayedar û welatiyan da. Her wiha wan xwest ku dîmenên kamerayên ewlehiyê yên li derdora stasyona otobusan a navçeya El-Saf bên kontrolkirin û cihê ku lê winda bûye bê tespîtkirin.
Piştî sê rojan, hêzên ewlehiyê Aya El-Seyîd Bedir Radwan li navçeya El-Axamî ya parêzgeha Îskenderiyeyê dîtin. Hat ragihandin ku Aya piştî vegeriyaye mala xwe miriye.
Di nava îfadeyên şahidan de, îdiayên ku birayê wê di mirina wê de rola lîstibe hene. Hate diyarkirin ku birayê wê bi hinceta "namûsê" tevlî bûyerê bûye û piştre xwe radestî hêzên ewlehiyê kiriye.
Rayedarên lêpirsînê, îfadeya birayê Aya El-Seyîd Bedir Radwan werdigirin û guh bidin şahidan jî. Tê payîn ku piştî tespîtkirina hûrgiliyên tam ên mirinê û kesên berpirsiyar, karûbarên yasayî yên pêwîst bên destpêkirin.