Li Misrê têkoşîna li dijî sûcên zayendî yên li hemberî zarokan
Li Misrê destdirêjî bi hemû cureyên xwe li dijî zarokan zêde bûye. Tacîza li dijî zarokan ku sûceke mezin e, şopa xwe demeke dirêj li ser derûniya wan dihêle. Ji bo xilasiya ji vê rewşê, hewldaneke mezin divê bê kirin.

ESMA FETHÎ
Qahîre – Destdirêjiya li ser zarokan yek ji krîzên civakî ye ku her kes ji ber mezinbûna zirarên wê yên bi salan didomin û bandorê li ser jiyana wan dike, bedêlan dide. Ger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, bi demê re nayê jibîrkirin. Di salên dawî de, ev pirsgirêk baş hatiye dîtin, hişyariya malbatan li ser cewher û giraniya destdirêjiyên li dijî zarokan zêde bûye. Hinek rêxistinên mafên mirovan di vê mijarê de çalak bûne ku vê yekê jî erêkirin û piştgiriya parlamentoyê girtiye. Pirsgirêkên destdirêjiya li hember zarokan, bûne mijara fikara raya giştî ku çareserkirina wan bûye mijareke sereke û girîng.
Eleqe û balkişandina ser vê mijarê
Rojnamevan Încî Samî ya ku bi karûbarên jinan re eleqedar e diyar kir ku sedema zêdebûna bûyerên destdirêjiya li hember zarokan, di demên dawî de bi eleqeya zêde ya medyayê û balkişandina ser van mijaran ve girêdayî ye û wiha axivî: "Binpêkirinên bi vî rengî ev bi salan e di dibistan û malan de hene û hebûna endamek malbatê bi nelirêtiya reftaran ku dibe sedema êrîşa li ser zarokan pirsgirêkek dubare ye. Tiştê herî girîng ku divê were hesibandin ew e ku zarok sînorê bedena xwe bizanibin da ku pêşî li her cure nêzikahiyên ku taybetiya bedena wan derbas dikin, bigirin. Hişyarkirina malbatan dema ku li ser van destdirêjiyan nîqaş dikin, pir girîng e. Her wiha hişyarkirina saziyên civaka sivîl jî girîng e, ji ber ku ew piştevaniya derûnî ji zarokn re pêşkêş dikin."
Bandorên ku ji ber destdirêjiya li ser zarokan çêdibin
Încî Samî destnîşan kir ku zarokên bi destdirêjiyê re rûbirû dimînin tengasiyan dikşînin û wiha got: "Ev yek hewce dike ku malbat ji tiştên diqewimin haydar bin û ji psîkoterapîstek alîkariyê bixwazin da ku nekevin nava van hestan ku dikarin bibin sedema reftar û pratîkên pêşerojê. Bandorên destdirêjiya li ser zarokan didomin. Ger zarokek rastî destdirêjiya kesekî mezintir an ciwanekî bê, ev yek dibe sedem ku ewê di têkiliyên bi mezinan re de tengasiyan bikşîne."
Pêngava ‘Bido’ ji bo hişyarkirina malbatan e
Pêngava bi navê "Bido" , ji bo hişyarkirina li ser destdirêjiya li hember zarokan dixebite. Rojnamevan û damezrînera pêngavê Şeyma Dahab aşkera kir ku sedemên destdirêjiyê curbecur in û wiha got: "Nebûna hişmendiya zarokan a li ser vê pirsgirêkê, ya herî berbiçav e. Zehmetiyên jiyanê rê li ber dê û bavan digrin ku bi zarokên xwe re têra xwe demê derbas bikin da ku li ser vê pirsgirêkê û rêbazên çareserkirina wê nîqaş bikin. Medya rolek girîng dilîze, ji ber vê me pêngavek bi navê "Bido" ku ji "Pedofîliyê" ango nexweşîna meyla zayendî ya li hember zarokan e, da destpêkirin. Bi riya kampanyayê me hewl da malbat û zarokan li ser destdirêjiyê hişyar bikin û min ji psîkolog û şêwirmendên malbatê alîkarî xwest."
'Hişyarkirin dibe alîkarî ji dayîkan re'
Şeyma Dahab da zanîn ku bi riya vê pêngavê gelek dayîk hişyar bûne û beriya ku zarokên wan biaxivin, ew dizanin rastî dêstdirêjiyê hatine yan na û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Piştî kampanyayê, min dît ku dayîk ji min re peyam dişînin û dibêjin wan ji agahdariyê gelek sûd girtine. Her wiha ev hişyarî bû alîkarî ji wan re ku fam bikin zarokên wan rastî destdirêjiyê hatine an na. Vê yekê alîkariya jinan kir ku bi rewşê re mijûl bibin û zarokên xwe xilas bikin. Min behsa armanca pêngavê ji Encumena Neteweyî ya Zarok û Dayîkan re kir. Ji bo ku ramanên ji bo hişyarkirinê yên li ser destdirêjiya li hember zarokan di naveroka bernameya perwerdeyê de cih bigirin, xebat hatine destpêkirin."