Li Misirê bi 4 hezar û 641 malbatan re sedemên tundiya zêde dibe hate nîqaşkirin
Navenda Xebatên Zayendî ya Tatween ku li Misirê xebat dide meşandin, li herêmên çolwar ku ciwanên rastî tundiyê tên xebatek ya lêkolînê dan destpêkirin. Di xebata ku nêzî bi 4 hezar û 641 malbatan re hate kirin, pirsgirêk û çareserî derxistin holê.
ESMA FATHİ
Qahîre- Navenda Xebatên Zayendî ya Tatween ku li Misir xebat dide meşandin, bi taybet bi zêdebûna şer re, di navbera ciwanên li herêmên çolwar der barê tundiyê de xebat da meşandin. Li herêmên xizan yên Qahîreya mezin di hinek beşên xebatê ya di navbera ciwanan de bi sernavê ‘tundî’ temenê wan di navbera 18-35 salî de li Qahîre 2 hezar û 296, li Gîze hezar û 388 û li Kalyubiye 957 jî di nav de xebat di nava nêzî 4 hezar û 641 malbatan de hate meşandin. Ji ber xebat gelek berfirehe, taybetmendiya ku yekeme digre. Beşdarvanan nêzî ji sedan 37,9 dibîstana navîn temam kirine, ji sedan 17,1 zanîngeh temam kirine, ji sedan 11,2 jî qet neçûne dibîstanê.
Sernava herî balkêş ya xebatê beşa ku ‘li cihê kar tundî’ ava dike ye. Di jiyana xebatê de hejmara jinên ku rastî tundiya gotinî, psikolojîk û fîzîkî tên her roja ku diçe zêde dibe.
Dîrektora Îcra ya Navenda Lêkolîna Zayneda Civakê ya Tatween Amal Fahmî der barê xebatên xwe û encamên wê de bersîva pirsên ajansa me da.
*Derbarê tundiya li cihê kar de we xebatek da destpê kirin. Hûn dikarin hinek behsa hûrgûliyên wê bikin?
“Xebata hatî kirin, li herêmên çolwar ya Qahîreya Mezin derbarê tundita li dijî ciwanên jin-mêr debû, parçeyek berfireh yê xebatê û zêdeyî 4 hezar malbat digre nava xwe û ji gelek beşên ku derbarê sineta jinan de pêktê. Li cihê kar ji derveyî tundiyê, derbarê li dibîstanan tundî, psikolojîk û tendirûstiya rihî û gelek mijarên din de encamên me hene.
Li pey hev beş hatin weşandin; ya yekem sineta jinan, rastiya di hebûna malbatan de, fikrên derdor û helbet derbarê pêşniyar û encam debû. Ya duyem, qadek ku lêkolînên pêwîst lê nehatî kirine û yek ji qadên ku hatin hilbijartin li cihê kar tundiyê di teyîsîne.
Xebat, rastiya civaka Misirê îfade dike, hejmar bi giştî derbarê mijarên wiha de ji bo xebatê dikare were bikaranîn û encam ji anketa nifûs û malbatê ne dûre û mijarên di nav de bi taybet li cihê kar derbarê tundiyê de ye, ji ber di demên dawî de, lêkolînên malbata ên ku bûne destpêk, tenê ji ber bi jinan re sînordare bi jin û mêran re were kirin, sûdek cûda dide mijarê.
Di demên dawî de li gel zêdebûna tundiyê, dikare were gotin ku xebetek di demê rast de hatiye kirin. Ji ber li Qahîreya Mezin herêma ku weke xizan tê binavkirin û rastiya wê tê teyîsandin.
*Li cihê kar di lêkolîna tundiyê de hûn rastî gelek encaman hatin…Ji vana yên herî derketî pêş kîjanin?
Lêkolînek kureyî û berfireh ya Rêxistina Xebatên Navnetewî derbarê tundiya li cihê kar û tacîzê de hebû û ev ji bo me bû referansek were beramberî hev. Ji ber nêzî ji sedî 10’ê ciwanan rastî tundiyê hatiye me dît ku hejmar ji encamên kureyî ne gelek dûr e.
Nêzî ji sedan 38’ê ciwanên ku li cihê kar rastî tundiya fizîkî hatin, piştî êrişê rastî têkçûna fîzîkî û psikolojik hatin, nêzî ji sedî 23,8 lênêrîna tibî girtin, nêzî ji sedî 71,3 bertek nîşanî tundiya rastî hatine dan.
Di heman demê de nêzî ji sedî 50,7 jin û mêrên ciwan ên herêmê li cihê kar rastî tundiya psikolojîk hatine, nêzî ji sedî 48,2 bertekî nîşanî tiştên hatine bi serê wan dan, hate derxistina holê ji vana tenê 0,8 rastî tundiya zayendî hatine.
*Di mijara têkoşîna ciwanan li dijî tundiya ku rastî tên de pêşniyarên we yên derketine pêş kîjanin?
Destpêkê ‘Di jiyana xebatê de ji holê rakirina tacîz û tundiyê, 190c’ ji di nav de di navenda xebatê de li dijî tundiyê pêwîstiya ku bi lezkirina îmzakirina lihevkirina navneteweyî hejmarek zêde pêşniyar hebû. Ji bo guherînên di rêveberiyê û Zagona Kar ya Misirê û ji bo di nîqaşên zagonên heye de guherîna ji derveyî zagonên saziyên civaka sivîl, daraz, bi beşên jiyanê û rêveberiya destpêkirina diyaloga civakî.
Tundiya li cihê kar şexsî, rêxistin û bandorên di asta civakê de, bi armanca zêdekirina hişyarî, ji derveyî bi amûrên cûda yê ragihandinê destpêkirina kampanyayê hişyarîkirinê, mexdûrên di jiyanê de mane ji bo ceribandinên xwe parvebikin werin teşwîqkirin giring e.
Xebatkarên ku li saziyên xebatên sektorên taybet û giştî de û erkê xwe dinasin, mekanîzmayên raporkirinê, qurûlek ku neçariya nêzîkatiyên cezayên li bendê diyar bike anîn. Ji bo di saziyê xebatê de rapor werin girtin cih were diyarkirin, berpirsyar van bûyeran lêkolîn bikin, divê erkê cezadanê were dayîn.”