Li Minbicê trajediyeke mirovî ya ji nû ve diqewime... Şehîdgeh dikin gorên komî

Gorên komî gefê li ser termên kesên ku şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê kirine dixwin. Di dîmenekî ku trajediyeke kûr a mirovî nîşan dide de, gorên şehîdên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine, bûne qartek yê bazarê.

Sîlva Îbrahîm

Navenda Nûçeyan – Hişyariyek ku gefê li gorên şehîdên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine dixwe û wan vediguherîne gorên komî yên bê nîşan, di nav niştecihên bajarê Minbicê de matmayînek berfireh çêkiriye û di nav bêdengiya gumanbar a navneteweyî de birînên mirovî yên nû vekiriye

Malbatên şehîdan yên li bajarê Minbicê piştî wergirtina hişyariyek ji çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê, ku ji wan tê xwestin ku di nav deh rojan de termên kurên xwe derxînin, wekî din goristan dê were hilweşandin û cenaze di gorên komî yên nenas de werin veşartin, di rewşek tirsnak de dijîn. Vê hişyariyê birînek ji nû ve vekiriye ku hîn baş nebûye, ev yek binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan ên herî bingehîn û pîroziya miriyan e.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî ku ji ajansa me re hatine, hişyarî gihîştiye malbatên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ji pêkhateyên cuda yên Kurd, Ereb û Tirkmen, ev hişyarî li ser "Goristana Şehîdan" e ku tê de cenazeyên nêzîkî 700 şehîdên di şerên rizgarkirina Reqa, Tebqa û Dêra Zorê ji destê çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane. Tê zanîn berê mezargeh hatibû talankirin û kevirên wê hatibûn dizîn, û îro jî bi xetereya xirabkirinê re rû bi rû ye.

Birîneke mirovî bi du binpêkirinan ji nû ve tê vekirin

Kesê ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, meseleyê wekî "tundiya li ser bîr û rûmetê" bi nav kir û got, "Ev ne tenê tundiya li ser axê ye, lê tundiya li ser bîr û rûmetê ye. Malbatên ku milkên xwe yên herî hêja ji bo aramiya herêmê dane, îro jî di xemgîniya xwe de têne cezakirin. Birînên wan ji nû ve têne vekirin û ew neçar in ku tiştê ne gengaz hilbijêrin: an bi destên xwe termên hezkiriyên xwe derxînin, an jî ev term di goristaneke komî yê nenas de her û her winda bibin."

Wê teqez kir ku neçarkirina malbatan ji bo derxistina termên hezkiriyên xwe binpêkirina peymanên navneteweyî ye, di nav de Peymanên Cenevreyê, ku rêz li miriyan digirin û mafê xizmên wan e ku wan li gorî baweriyên xwe veşêrin.

Her çend van şehîdan di dema şerê li dijî çeteyên DAIŞê de, ku wekî rêxistineke terorîst a cîhanî tê dabeşkirin, xwe feda kirin jî, hevpeymaniya navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî li ser van binpêkirinan bêdengiyek gumanbar diparêzin, ku hesta terikandin û dûrketinê ya civaka herêmî zêde dike.

Dixwazin bîranînê mirovan jî bi kujin

Paqijkirina Goristana Şehîdan li Minbicê ne bûyerek nû ye, lê belê xelekek nû ye di zincîreke dirêj a êrîşan de ku mezargeh û goristanên şehîdan li Efrîn û Serê Kaniyê, heta Reqayê, hedef girtine.

Niştecih bawer dikin ku ev kiryar ne tenê binpêkirinên takekesî ne, lê beşek ji siyaseteke sîstematîk in ku armanc dike bîra kolektîf jê bibe û şer bi karekterekî qirkirina çandî û mirovî ve girê bide, ku tê de mafê miriyan ji bo aramiyê tê înkarkirin, û malbatên wan ji cihên şîn û serdanê bêpar dimînin.

Pirsên bêbersiv

Di ronahiya bêdengiya navneteweyî û gefên ragihandî de, pirsên bê bersiv zêde dibin: Kî li pişt vê hişyariya nemirovane ye? Çawa mirovahî dikare ewqas ne li wir be dema ku gora dawîn bi xwe dibe hedef?  

Her ku dema dawî nêzîk dibe, malbatên şehîdan xwe bi çarenûsek nû û dijwar re rû bi rû dibînin, di dîmenek ku trajediya Sûriyeyê bi awayê wê yê herî hêsan kurte dike: ne aramî ji bo zindiyan, û ne jî rihetî ji bo miriyan.