Li Minbicê mozaîkek hat dîtin
Li bajarê Minbicê di dema xebatên kolandinê de mozaîkeke hat dîtin.

Navenda Nûçeyan-Li gorî nûçeya malpera fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Gerînendehiya Şûnwaran a Desteya Çandê ya Kantona Minbicê di dema xebatên kolandinê yên ji bo avakirina avahiyekê de, parçeyên mozaîkek li naverasta bajar dît.
Tê texmînkirin ku ev mozaîk a serdema Împaratoriya Romayê be.
Malperê diyar kir ku tîmên gerînendehiyê ji bo parastina wî parçeyî tedbîr girtine.