‘Li Mexrîbê li dijî jinan polîtîkaya reşkirinê tê meşandin’

Dînamîka Danaza Rabat, diyar kir ku li Mexrîbê li dijî parêzvanên mafê mirovan, jin û rojnamevanan, ji bo bêdengkirina dengên rexnegir û lewazkirina beşdariya demokratîk, kampanyayên reşkirina sîstematîk a dijîtal tên meşandin.

Mexrîb – Di demên dawî de li Mexrîbê, kampanyayên reşkerina sîstematîk a dijîtal ku jinên di qada civakî û siyasetê de aktîv in, parêzvanên mafê mirovan û rojnamevanan dike hedef, gelek zêde bûye. Ev rewş fikar daye avakirin û saziyên civaka sivîl ji bo sekinandina van kampanyayên reşkirinê ku gefê li azadiya îfade û qada civakaî dixwe, banga lezgîn a mudaxeleya darazê kir.  

Dînamîka Danazana Rabat, torek ku ji zêdeyî 2000 komeleyên Mexrîbê û rêxistinên mafên mirovan pêk tê ye. Dînamîka têkildarî rewşa ku wek ‘mezinbûna kampanyaya reşkirinê ya sîstematîk’ bi nav dike, diyar kir ku gelek bi fikar e. Torê da zanîn ku ev diyarde ji aliyê saziyên herêmê û navanetewî ku bi parastina parêzvanên mafên mirovan re eleqeder dibin her ku diçe zêdetir tê şopandin.

Tundiya dijîtal zêde bûye

Torê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku êrîşên dijîtal ku parêzvanên mafên mirovan, jinên di qadên civakî de aktîf, rojnamevanên serbixwe û aktorên siyasî dike hedef, ji bo bêdengkirina dengê rexnegir û lewazkirina beşdariya demokratîk weke amûrek rêxistinkirî tê bikaranîn. Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku xeteriya tundiya dijîtal ku li her derê dinyayê aktivîst û rojnamevanan dike hedef, zêde bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Mexrîbê awayê hedefgirtina dijîtal, weke pêla kampanyayên reşkirinê yên gerdûnî ku ji bo pêkanîna zextê li ser dengê serbixwe ye. Rabatê da zanîn ku lê belê derbarê azadiya çapemenî û parastina mafê mirovan de, mekanîzmayên NY’yê bala xwe daye Mexrîbê.

Herî zêde aktivîst tên hedefgirtin

Torê da zanîn ku herî zêde di nava komên tên hedefgirtin de parêzvanên mafên mirovan, jinên ji bo wekheviyê têdikoşin, rojnamevanên serbixwe, parêzvanên azadiya çapemeniyê û aktorên ku bi seknên xwe yên rexnegir tên zanîn, hene.

Dînamîka Danazana Rabat anî ziman ku domandina van kampanyayan, binpêkirina mafên mirovan a Mexrîbê, peymana navnetewî ya mafê siyasî û medenî ye. Torê îfade kir ku ev rewş bi mekanîzmayên Raportorên Taybet ên NY’yê, Raportorê Taybet ê Rewşa parêzvanên mafên mirovan, ji aliyê rêxistinên navnetewî yên wek Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Rojnamevanên Sînornenas ve tê şopandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev kampanya bandora li ser azadiya bingehîn, derfeta aktivîstên Mexrîbê û rojnamevanên di qadek bi ewle de bixebitin, fikarên navnetewî zêde kiriye.

Bang 

Torê bang li saziyên darazê yên Mexrîbê kir ku têkildarî kampanyaya reşkirinê ya dijîtal lêpirsîna lezgîn bide destpêkirin, kiryar bên darizandin, mafê mexdûran bê dayîn. 

Her wiha torê bang li Konseya Mafên Mirovan a Navnetewî kir ku ji bo şopandina binpêkirinên dijîtal ên li dijî rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan, mekanîzmayek navnetewî bike meriyetê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kampanyaya reşkirinê ya sîstematîk ne tenê binpêkirina mafê kesî ye, di heman demê de gefek li dijî qada mafên mirovan a Mexrîbê ye jî. Avakirina qadek ji tundiyê hatî paqijkirin, erkê netewî û nevnetewî ye.