Li Mexribê komeleyê 'Nada' di rêwîtiya jinan de piştevaniya wan dike

Di bin sîwana Komeleya 'Nada' de li Mexribê û bi derzî û têl, danişînên piştgiriya psîkolojîk û perwerdehiya pîşeyî, jinên ku di rewşên xeternak de dijîn projeyên piçûk bi xewnên mezin pêk tînin.

HENAN HERÊT

Mexrib – Li taxa Jnan Zenata, taxeke karker a li Ain Harrouda, li derdora Mohammedia, jinên ji temen û paşxaneyên cuda li hev civiyan. Ev yekem foruma ji bo bihêzkirina aborî ya jinên ku di şert û mercên dijwar de dijîn, ku ji hêla Komeleya 'Nada' ve ji bo Rehabîlîtasyon û Vejandina Jinan duh, hate organîzekirin. Ev forum ne tenê kêliyek bû ji bo pîrozkirina destkeftiyên komeleyê, di heman demê de cihek bû ji bo vegotina çîrokên jinên ku li hember lawazî û bêhêvîtiyê serketin û rêyek ber bi serxwebûna aborî û xwebaweriyê ve girtine.

Beşdarên forumê bi gotinên "Hêzkirina aborî ne tenê armancek bi serê xwe ye, lê amûrek ji bo rizgariya kesane û civakî ye" tekez kirin ku Komeleya 'Nada' bi riya atolyeyên dirûtin û sêwirandinê asoyên nû ji wan re vekiriye.

Ji têkçûna akademîk ber projeya jiyanê

Buşra Barmouchi jineke ciwan a bîst salî ye derbar tecrûbeya xwe bi komeleya Nada re wiha dibêje: "Min hest kir ku her tişt qediya ye. Neketina ezmûna bakaloryayê mîna mehkûmkirina ji jiyanê bû. Lê tevlîbûna komeleya "Nada" tiştan guherand, bi riya atolyeyên dirûtin û sêwirandinê û piştgiriya psîkolojîk ku alîkariya min kir ku baweriya min bi min vegerî, asoyên nû ji bo min vekirin. Dema ku beşdarî atolyeyeke rahênana pêşxistina xwe bûm, ev hişt ku bi xwe re li hev bikim û armancên xwe ji nû ve ava bikim. Îro, ez êdî xwe wek mexdûrek têkçûnê nabînim, wek jinek ku projeyek ji bo jiyana xwe heye."

Behriye xeyalên xwe pêk tîne

Zehra Bahij ku li taxa xwe wek "Behriye" tê nasîn, debara xwe bi firotina îstirîdeyên ku ji deryayê berhev dikir, dikir. Ew jinek di pêncî saliya xwe de ye ku ji zarokatiyê ve xeyal dikir ku bibe dirûnkar, lê jiyanê ev derfet neda wê heta ku tesadufî ew bir Komeleya Nada. Zehra Bahij wiha got: "Min texmîn dikir qey ez pir mezin im ku xeyal bikim, lê di hundirê komeleyê de min kesek dît ku baweriya xwe bi min anî û ji min re got ku tiştek ne dereng e. Niha li ser damezrandina projeya xwe dixebitim û rûmet wê demê dest pê dike ku jinek xwedî derfet ve ku debara xwe bi xwe bike."

'Komeleya Nada jiyana wê guhart'

Meriyem Sanbûd jî ku di krîzek aloz a tendrustiyê re derbas dibe lê dema ku komeleya Nada jê re asoyên nûve kir, ew carek din bi tama jiyanê hîs kir. Meriyem Sanbûd wiha got: "Bi saya komeleyê asoyên nû di jiyana min de hatin vekirin û jiyana min hate guhartin. Ew piştevaniya min a derûnî kir û di atolyeyên dirûnê de cih girt. Dixwazim hemû jin tiştên ku min teşwîq kirine bikin, ji ber ku em hêjayî jiyanê ne."

Bidestxistina aborî ne tenê perwerdehiya pîşeyî ye

Seroka Komeleya Nada ji bo Rehabîlîtasyon û Pêşwazîkirina Jinan Samira Labied diyar dike ku tiştê hatiye bidestxistin berhema xebata li ser piştgiriya jinên di rewşên xeternak de ye ku rêz li rûmeta wan digre û baweriya bi potansiyela wan dike. Jinên ku bi xwestekek hêsan a fêrbûnê tevlî me bûn, niha bûne xwediyê raman û projeyan. Ev yek ruhê komeleyê nîşan dide. Bihêzkirina aborî ne tenê armancek bi serê xwe ye, lê amûrek ji bo rizgariya kesane û civakî ye."

'Bihêzkirina aborî kevirê bingehîn a beşdariya jinan e'

Seroka Navenda Dîplomasî ya Navneteweyî Kerîma Xanim xebata Komeleya "Nada" wek mînakek zindî ya girîngiya nêzîkatiyên navberî ji bo hêzdarkirinê nirxand û got: "Xizanî û lawazî ne tenê bi riya perwerdeyê, di heman demê de bi piştgiriya psîkolojîk û rêberiya domdar jî têne çareser kirin. Me jinên ku di bin zilmê de dijiyan dîtin û bi tevlêbûna komeleyê, wan dest bi afirandina projeyên kar ji bo jinên din kirine da ku alîkariya wan bikin ku xwe pêşve bibin. Bihêzkirina aborî ne tenê lukseke pêşketinê ye, lê kevirê bingehîn ê her beşdariya siyasî an sivîl a bi bandor a jinan e."