Li Mexrîbê jin ji bo guhertina hişmendiya mêr dixebitin
Seroka Komeleya Hişiyarî û Rehabîlîtasyona Civakî ya li eyaleta Eyn El Şeq a Mexribê Ibtîsam Tetî got ku komele ji bo guhertina hişmendiya mêr û bidestxistina mafên jinan dixebite.
HENAN HERÊT
Mexrib – Li eyaleta Eyn El Şeq a Mexrîbê Komeleya Hişiyarî û Rehabîlîtasyona Civakî hewl dide pirsgirêkên bingehîn ên jinan çareser bike. Komale ji bo jinan ji bo hayjêbûna mafên civakî û yasayî bernameyên hişyariyê saz dike.
Seroka Komeleya Hişiyarî û Rehabîlîtasyona Civakî Ibtîsam Tatî anî ziman ku hewcedariya jinên di nava şer de mezin bûne û malbatên xwe winda kirine, bi bernameyên rehabîlîtasyonê yên derûnî heye û got: “Ji bo ku bikaribin baweriya xwe careke din bi dest bixin. Di heman demê de pêwîstiyên jin û zarokan bi piştevaniyê heye."
'Pêwîstî bi hêza aboriya jinên Mexribê heye'
Ibtîsam Tetî der barê rewşa jinên Mexribê û zehmetiyên ku rûbirû pê re dimînin de wiha got: "Pêwîstî bi hêza aboriya jinan heye ji bo misogerkirina serxwebûna xwe yên madî û pêşxistina rolên wan di nava civak û malbatê de. Her wiha pêdivî bi xurtkirina hewldanên herêmî û navneteweyî heye ji bo piştgiriya jinan li herêmên bi nakok bikin. Ev komele ji bo pêşxistina rewşa jinan a jiyanî dixebite. Bi rêya bernameyên hişiyarkirina jinan ew hewl dide mafên wan ên qanûnî û civakî bide nasîn. Di heman demê de armanc dike ku rola jinan di warên siyasî û bi rêvebirina saziyan de aktîv bike."
'Zehmetiyên jinan li Eyn El Şeq'
Ibtîsam Tetî bal kişand ser rewşa jinan li Eyn El Şeq kir û wiha pê de çû: "Di salên dawî de jinan pêşketinên mezin li welat bi dest xistin. Jinên vê herêmê astengiyên di warê bidestxistina mafên xwe de dibînin. Herî zêde jin bi zehmetiyên gihîştina derfetên kar ên ku rûmet û aramiya jinan dixe bin temînatê. Her wiha bi nebûna perwerdeyek baş û xizmetguzariyên tenduristiyê yên ku ji bo bihêzkirina jinan girîng in, rûbirûyî dimînin. Hêza aboriya jinan ne tenê ji bo bidestxistina serxwebûna xwe ya aborî, ji bo pêşxistina rola xwe di nava malbat û civakê de, gelek girîng bûye."
'Pêwîstî bi rehabîlîtasyonê heye'
Di domandina gotinên xwe de Ibtîsam Tetî got ku kooperatîf ji bo jin asoyên xwe yên aborî berfireh bikin, platformek pêşkêş dike û got: “Ew ji wan re deriyên bazarên biyanî vedike ku hilberên bi karakterek rastîn a Mexribê nîşan bidin, wek xalîçe û potikên kevneşopî. Tevî ku jinan di gelek waran de cih girtine lê dîsa jî ew di nava zihniyeta baviksalarî de mane û hebûna jinan tê de gelek kêm maye. Her wiha tevî pêşketinên ku jinan bi dest xistine jî hê bi tundiyê re rûbirû dimînin. Divê civak di wê ferqê de be ku jin jî weke mêr hêmanek bingehîn di civak û malbatê de ye. Nêrînên civakê yên neyînî dibe sedem ku jin di çarçoveyek teng de bimînin. Ji bo ku bikaribin hebûna xwe îsbat bikin, rehabîlîtasyona pîskolojîk, çandî û civakî ya jinan pir girîng e."
'Divê feraseta baviksalarî ji nava civakê bê rakirin'
Di nava civakê de heya niha jinên ku bi zihniyeta baviksalarî tev digerin hene. Ibtîsam Tetî qala wan jinan kir û got: " Hin jin ji bo pêşvebirina ramanên kevnar û kevneperest ên ku fikra ku jin di ol û mejiyê xwe de kêmas in derdixin pêş. Ev yek jî bandorên neyînî ser nifşên pêşerojê dike. Ew zarokên xwe ser bingeha ku mêr hêmana bingehîn di malbatê de ye, mezin dikin. Her wiha her rola jinan di malê de hêştine û barê malbatê û zarokan rakirine ser milên xwe. Eger zarok jî ne serkeftî bin jin sûcdar e û berpirsiyariyê radike. Divê ev feraseta baviksalarî ji aliyê dayîkan ve bên guhartin û zarokên xwe ser wekhevî û edaletê mezin bikin. Di heman demê de berpirsyariyên malê divê di navbera jin û mêran de bên parvekirin."
'Tevgerên jinan ji bo pêşxistina rola jinan dixebitin'
Derbar nirxandinên xebatên Tevgerên Jinên Mexribê Ibtîsam Tetî wiha axivî: "Ev tevger xwedî dengên bihêz in di civakê de. Bi rêya jinên tekoşer û jêhatî ve têne bi rêve birin. Tevgerên jin her bi pirsgirêkên netewî re aktîv in û ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li Mexribê her di nava hevdîtin û civînan de ne. ev yek jî dihêle tevger ji bo baştirkirina statûya jinên Mexribê parêzvaniyê bike. gelek destkeftiyên jinan bi destxistin. Ev destkeftî jî saya tekoşîn û berxwedana jinan ji bo guhartina rastiyê û tunekirina koletiyê, hatin bi destxistin. Tecrubeya Mexribê yek ji ezmûnên pêşeng li herêmê tê hesibandin, ji ber ku Mexrib li gorî gelek welatên herêmê dikaribûye di warê mafên jinan de pêşketinên berbiçav bi dest bixe."
'Divê piştevaniya navneteweyî û herêmî hebin ji jinan re'
Di berdewamiya gotinên xwe de Ibtîsam Tetî bal kişand ser rewşa herêmî ya dewletên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê û got: "Gelek welat ji van herêman bi aloziyên siyasî, şer û pevçûnan re rûbirû dimînin. Ev yek jî jinan dixe nava rewşên metirsîdartir. Jin li van herêman ji mafên xwe bêpar dimînin. Di heman demê de di encama şeran de gelek jin malbatên xwe winda dikin û ev yek dibe sedem ku bi zehmetiyên jiyanê re rûbirû bimînin. Jinên di nava şer de mezin bûne û malbatên xwe winda kirine hewcedariya wan bi bernameyên rehabîlîtasyonê yên derûnî û civakî heye. Ji bo piştgirîkirina jinan li herêmên şer pêwîstî bi xurtkirina hevkariyên herêmî û navneteweyî heye."