Li Mexmûrê tevgerek zêde ya hêzên Iraqê heye

Hêzên Iraqê yên hatine wargeha Mexmûr hevdîtin bikin, hêzek mezin leşkerî û alavên karkirinê li gel xwe anîne û li derdor û ser Mexmûrê jî liv û tevgerek leşkerî û helîkopteran heye.

Mexmûr – Îro danê sibehê şandeyek yên Iraqê bi pêşengtiya Liwa Feysel ya asta bilind a ewlekariyê ya hikumeta Bexda û Nûnerê hikumetê Sebir û şendeyek leşkerî ya Îstixbaratê  ji bo hevdîtinê bikin, hatibûn Wargaha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ê. Lê belê dema ku hatin hevdîtinê li gel xwe hêzek zêde mezin ya leşkerî û alavên karkirinê li xala kontrolê ya dikeve bin waregehê de ku jêre dibêjin meydan bi cihkirine û tevgerek zêde ya leşkerî jî derdora wargehê heye, herwiha li ser wargehê jî helîkopterên leşkerî digerin.

Şande di van kêliyan de li wargehê bi bi nûnerên wargehê re di civînê de ne.

Çi bûbû?

Ambargoya Iraq-PDK’ê ya li ser Wargeha Penaberan ya Mexmûrê êdî di demên dawî de ketiye qonaxek metirsîdar. Tê gotin xelkê wargehê nikarin bêyî îstîxbarat û leşkeran torbeyek çimento jî bikirin. Nexweşek bêyî leşkeran nikare biçe nexweşxaneyê, dema vegere jî divê agahî bide! Karker tên girtin û esnaf nikarin kel û pelan derbasî wargehê bikin.

Ji 10’ê Nîsana îsal ve Hikumeta Iraqê rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargehê nû nakin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkê şandeya ku ji Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Ehmed Şehbaz, Hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkiliyan Derve ya wargehê Bêwar Emîn pêk dihat ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê di 14’ê Gulanê (2025) de serdana Bexdayê kiribûn, piştî ku hevdîtin bi Wezîrê Edaletê re pektînin, di vegerê de tên girtin. Xelkê wargehê dijî rêgirî, ambargo û dorpêçê gelek caran meşiyan û daxwaza mafê xwe kirin. Di encama berxwedana xelkê Mexmûrê de, piştî 37 rojan nûnerên wargehê hatibûn berdan.

Herwiha ambargoya PDK’ê ya li ser wargehê jî hîn dewam dike, di 17 Tîrmeha 2019’an de Rêveberiya PDK’ê ambargo daniye ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji wê rojê ve PDK rê nade xelkê wargehê derbasî bajarên Başûrê Kurdistanê jî bibe.