Li Mexmûrê Salona Werzîşê ya Jinên Ciwan hate vekirin

Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) ve Salona Werzişê ya Jinên Ciwan hate vekirin.

Mexmûr- Li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) ve ji bo jinên ciwan Salona Werzişê ya Jinên Ciwan hate vekirin. Salona werzîşê bi amedebûna ciwan û gelê Wargehê hate vekirin. Beriya vekirin salonê, ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) Eylem Denîz, vekirina salona werzîşê ya jinan li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Wek tê zanîn ev demek dirêjê em amedekariya vekirin salona werzişê ya jinên ciwan dikin. Em wek jinên ciwan ên wargehê ev proje ji bo pêwîstiya werzîşê ya jin û jinên ciwanên wargehê avakir. Em hêvî dikin ev proje bigihîjê encama xwe. Werzîş perçeyek jiyana me ye.”

Piştre deriyê salona werzîşê, ji aliyê dayikên Saziya Malbatên Şehîdan ve hate vekirin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.