Li Mexmûrê perwerdeya hunerî ya zarokan bi dawî bû

Li Wargeha Mexmûrê dewreya perwerdeya ensturmanan ku ji aliyê Navenda Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê ve bi armanca pêşxistina çand û huner ji bo nêzî 200 zarok û ciwanan hatibû destpêkirin, bi şahiyek dawî bû.

Mexmûr - Navenda Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê (NÇHM) a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 1’ê Hezîranê de bi armanca pêşxistina çand û hunerê ji bo nêzî 200 zarok û ciwanên wargehê dewreyek perwerdeya ensturmanên saz, gîtar, erbanê û govendê dabû destpêkirin. Dewreya perwerdeya ku 3 mehan dewam kir, bi şahiyek bi dawî bû.

Şahî bi beşdariya şêniyên wargehê û tevahî xwendekaran bi deqeyek rêzgirtinê li parka Şehîd Aryen dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê dewreya perwerdeyê Elîf Ronahî axivî.

‘Çi dikin bila bikin wê nikaribin çand û hunera Kurdî tune bikin’

Elîf Ronahî, di destpêka axaftinên xwe de spasiya hemû malbatên xwendekaran kir û wiha axivî: “Dîmenên ku îro li Mexmûrê derketin pêş ji dijminan re bû bersivek. Ev bersiv jî ev e; dijmin çi dikin bila bikin wê nikaribin çand û hunerera Kurdî tune bikin. Îro li vê derê perwerdeya sê mehên germ ku zarok bi rojan li ser hev dihatin lê dest jê bernedidan bi dawî bû. Ev ji bo Mexmûrê ji bo me cihê serbilindiyê ye. Ji bo vê em ji malbatên xwendevanan hemûyan re spas dikin, ji ber ku yên hiştin ev xwendevan perwerdeya xwe berdewam bikin hûn malbatên bi rûmet bûn.”

‘Em xebatên xwe diyarî Rêber Apo dikin’

Elîf Ronahî, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku xebatên xwe diyarî azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd dikin û got: “Ev nêzî çar salan e agahî ji Rêbertiya me nayê girtin, dijmin bi her awayî dixwaze Tevgera Azadiyê têk bibe lê weke hûn jî dizanin gerîlayên azadiya Kurdistanê, hevalên li deşt û çiyayan li ber xwe didin û kesên ku li hemberî êrişên li ser çand û hunerê li ber xwe didin wê tecrîdê bişkînin.  Weke xelkê Mexmûrê em dibêjin çi dikin bila bikin wê nikaribin me ji Rêbertiyê veqetînin.”

‘Em ê bi çand û hunera xwe li dijî polîtîkayên şerê taybet bisekinin’

Mamoste Helena Babat jî spasiya malbatên xwendevanan kir û wiha got: “Em bi kombûna we ya li vir gelek kêfxweş in. Ev perwerde û şahî berhema hemû malbatan e. Wekî tê zanîn li seranserê cîhanê gelê Kurd rastî her cure polîtîkayên qirkirinê tê. Em ê bi çand û hunera xwe li dijî polîtîkayên şerê taybet rawestin. Em bernameya xwe diyarî Rêber Apo, tevahî şehîdên tevgera azadiyê û gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin.”

Piştî axaftinan, xwendevanan bi stranên xwe gel coşandin.

Di dawiya şahiyê de ji bo beşdarên perwerdeyê belge hatin belavkirin.