Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan bi dawî bû

Li wargeha penaberan a Mexmûrê Konferansa 2’yemîn a komînan ku bi dirûşmeya ‘Bi rihê avakirina komînan ber bi civaka komînalîst ya demokratîk ve’ bi dawî bû.

Mexmûr – Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 2’yemîn Konferansa komînan ku bi tevlîbûna 200 delegeyên endam û rêveberiyên sazî û gelê wargehê û di bin dirûşmeya ‘Bi rihê avakirina komînan ber bi civaka komînalîst ya demokratîk ve’ destpê kiribû bi dawî bû.

Konferansa ku danê sibehê bi xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rapora kar û xebat û nirxandinên pêvajoyê dest pê kir. Her wiha rewşa rêxistinî, kar û xebat, xwendina rêzîkname û pansaziya du salan hat diyar kirin û di erêkirinê re derbas bû. Endam û rêveberiyên ku ji bo komînan hatine hilbijartin di erêkirinê re derbas bûn.

Konferansa 2’yemîn a komînan bi axaftina girtinê ji aliye endama Meclisa Îştar Fatma Bilehî ve hate kirin ve, bi dawî bû.
  


‘Em ê civak û zarokên xwe li ser pergala komînal û demokratîk perwerde bikin’

Fatma Bilehî diyar kir ku nirxandinên girîng di konferansê de hatin kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêber Apo ji bo me afrînerekî herî raste ji ber ku ji me nexeşe rêya rêxistinkirina civakê diyar kiriye. Her wiha em ê çawa xwe li ser piyan bigirin, ev rê tevahî nîşanî me daye. Em wek şagirtên Rêber Apo civak û zarokên xwe li ser pergala komînal û demokratîk perwerde bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Heta em civakeke azad bidest nexin berhema keda xwe negirin em kar û xebatên xwe yê dinava wargeha xwe de ranawestînin."