Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 558’emîn de bi dewirgirtina koma 110’emîn didome.
Mexmûr - Çalakiya Nobetê a ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 558'emîn de bi dewirgirtina koma 110’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 109’emîn Fadîle Tok axivî.
‘Emê heta pêkhatina daxwaz û armancê xwe çalakiya xwe didomînin’
Fadîle Tok, da zanîn yekane armanca çalakiya wan mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Li seranserê Kurdistanê û cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî didomin. Emê wek gelê Mexmûrê heta pêkhatina daxwaz û armancê xwe çalakiya xwe didomînin. Tu hêz nikare gelê Kurd û Rêber Apo ji hev qut bike. Ji ber ku gelê Kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin dike û têdikoşe."
‘Kobanê bû rûmeta gelê berxwedêr’
Fadîle Tok, di berdewamiya axaftina xwe de salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir û wiha got: “Kobanê bi têkoşîn û berxwedaniya şervanên azadiyê, Rêber Apo û gelê Kurd hate rizgarkirin. Kobanê bû rûmeta gelê berxwedêr. Îro li Bendava Tîşrinê berxwenek mezin a şervan û gelê me heye. Li dijî êrişên dewleta Tirk berxwedana gelê Kurd li seranserê Kurdistanê berdewam e.”
Fadîle Tok, di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku li dijî tevahî êrişan bibin yek û têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.
Merasîm bi dewirgirtina koma 110’emîn û bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ dawî bû.