Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 65’emîn bi biryardariyek mezin didome.

Mexmûr- Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 65’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 65’emîn Gulîzar Repinî axivî.

Gulîzar Repînî, diyar kir ku nêzî saleke ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya xwe didomînin û got: “Yekane armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Nêzî 4 sal in agahiya gelê Kurd ji Rêbertî nîne. Em wek koma 64’emîn slavên xwe ji vir heta Rêbertî, hemû girtiyên zindanan û gerîlayên li serê çiyayan re dişînin. Em hemû şehîdên meha Heziranê bi bîr tînin. Ji bo Rêbertiyê çi bê xwestin em ê bikin.”

Gulîzar Repinî, di dawiya axaftina de bang li tevayî gelê Kurd û kesên azadîxwaz kir ku têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezintir bikin û çalakiyên xwe xurttir bikin.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û 'Bijî Berxwedana Zindanan' dawî bû.