Li Mexmûre Çalakiya Nobetê di roja 503’emîn de ye
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 503’emîn de bi dewirgirtina koma 99’emîn didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê a ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 503’emîn de bi dewirgirtina koma 99’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 98’emîn Mahir Tunç axivî.
‘Heta Rêber Apo azad nebe, jiyanek azad ne pekan e’
Mahir Tunç, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bibe azadiya tevahî mirovahiyê û wiha axivî: “Rêber Apo ev 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin. Rêber Apo bi salane ji bo gelê Kurd têdikoşe. Wek gelê Wargehê armanca çalakiya me mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Çi dibe bila em jiyanek bê Rêber Apo qebûl nakin. Heta Rêbertî azad nebe, jiyanek azad ne pekan e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bibe azadiya tevahî mirovahiyê. Divê em wek gelê Kurd têkoşîna xwe xurttir bikin û Rêber Apo azad bikin. Lewma erk û berpirsyartiya herî mezin dikeve li ser mile ciwanên Kurd.”
‘Divê em wek ciwanên Kurd bi rihê pêşengên xwe li dijî êrişan têbikoşîn’
Mahir Tunç, di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Dewleta Tirk bi salane ji bo tûnekirina gelê Kurd êrişên qirkirinê dimeşîne. Em êrişên dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û berxwedana gel slav dikin. Divê em wek ciwanên Kurd bi rihê pêşengên xwe li dijî êrişan têbikoşîn.”
Mahir Tunç, di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd kir ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşin û berxwedana xwe mezintir bikin.
Merasîm bi dewirgirtina koma 99’emîn û dirûşmeyên bi dawî bû.