Li Mexmûrê 7’emîn pêşbirka Denîz Firat bi dawî bû
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, 7'emîn Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênekêşan a di bîranîna rojnamevan Denîz Firat de hate lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû. Pêşbirka îsal diyarî cangoriyên azadiyê Rohat Rover, Ziyad Heleb û Denîz Çiya hat kirin.
MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), 7’emîn Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênekêşan a ku her du salan carekê ji bo bîranîna rojnamevan Denîz Firat tê lidarxistin, bi merasîmeke bi coş bi dawî bû. Pêşbirka îsal hatiye diyarkirin, ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê Rohat Rover, Ziyad Heleb û Denîz Çiya hatiye veqetandin.
Merasîma xelatdayînê li Mala Gel, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê hempîşeyên Denîz Firat, Jiyan Pîran axaftinek kir.
‘Em ê heta dawî şopdarê riya şehîdan bin’
Jiyan Pîran di destpêka axaftina xwe de hemû cangoriyên çapemeniya azad bi bîr anî û bal kişand ser kesayeta cangorî Denîz Firat: "Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî her derê kirin, yek ji wan armancan jî Wargeha Mexmûr bû. Şehîd Denîz jî wê demê ji bo parastina vê civakê û ragihandina rastiyan li wargehê têkoşîneke mezin meşand. Wê di eniya pêş de berxwedana li dijî DAIŞ’ê ji tevahî cîhanê re ragihand. Wê di temenê xwe yê ciwan de dest bi têkoşînê kir û wekî jineke kurd pêşengî ji têkoşîna azadiyê re kir. Wekî çapemeniya azad û tevahî jinên Kurd, em ê heta dawiyê şopdarê rêheval Denîz, Evîn Buldan, Rizgar, Evîndar û Hindistan bin."
Pişt re li ser navê malbata cangorî Denîz Firat, Cuma Yildiztan axivî û di şexsê Denîz Firat de tevahiya cangoriyên Kurdistanê bi bîr anî.
Sînevîzyon û xelatdayîn
Piştî axaftinan, sînevîzyona ku li ser têkoşîna cangorî Denîz Firat, Rohat Rover, Ziyad Heleb û Denîz Çiya hatibû amadekirin, hate nîşandan. Piştî temaşekirina sînevîzyonê, navên beşdarên ku di warên cuda de serketî bûn hatin ragihandin û xelatên wan hatin dayîn.
Di beşa dawî ya bernameyê de, Navenda Çand û Hunera Mexmûrê û Koma Stêra Zêrîn derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. Her wiha di şevê de bi minasebeta salvegera koçakirina hunermendê nemir Aram Tîgran jî stran hatin gotin û bîranîna wî hate geşkirin.