Li Meşhedê zext zêde dibin: Sê girtî dibin xeteriya darvekirinê dene

Li Meşhedê sê xwepêşanderên ciwan, di nav de xendekara zanîngehê ya 23 salî heyî rû birûyî sûcên ‘muharebe’ ne. Ev sûcdarî xeteriya ku cezayê darvekirinê were dayîn zêde dike.

Navenda Nûçeyan – Li gel domandina pêlên zextên ewlehî û dadwerî li dijî girtîyên xwepêşandanên Çileya 2026’an, li gorî raporên ji Meşhedê tên, sê xwepêşanderên ciwan, di nav wan de xwendekarek 23 salî û du xwişk û bira hatine girtin, rû bi rûyî sûcên giran ên wek “muharebe” û “hevkariya bi Îsraîlê re” ne. Ev sûcdarî di pergala dadweriya Komara Îslamî de dikarin bibin sedema derxistina biryarên darvekirinê. Herwiha, fikarên derbarê mijarên bi zorê dayîna îîtirafkirin, astengkirina xwegihandina parêzerên serbixwe û ne şefafbûna pêvajoya darizandinê zêde dike.

Bi tundî û derbê hate binçavkirin

Li gorî raporên hatine weşandin, xwendekara 23 salî ya beşa hesaban Necme Emînî tevî ku li ser girtina wê 98 roj derbas bûne, hê li qawîşa jinan a girtîgeha Vekîlabad a Meşhedê tê ragirtin. Ev xwendekar di 31’ê Çileya 2026’an de li bazara Ferdowsî ya Meşhedê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundî û derbê hate binçavkirin.

Li gorî raporan,saziyên ewlehiyê, sûcên wek ‘Muharebe’, ‘Hevkariya bi Îsraîlê re’, ‘Heqareta dijî Xamaneyî’ ‘heqareta li pêxemper’ û ‘pevçûnên bi erkdarên dewletê re’pêşkêşî wan dikin. Çavkaniyên eleqedar diyar kirin ku Necme Emînî di pêvajoya binçavkirinê de ji mafê xwegihandina parêzeran bê par hatiye hiştin û fikarên derberê ku îhtimalên îşkence û bi zorê îtirafkirinê zêde bûne.

Rastî xeteriya darvekirinê ne

Her wiha Seyyîde Zeyneb Musewî û birayê wê Seyyîd Hasan Musavî jî rû birûyî sûcên ‘muharebe’ ne. Dibe ku ev sûc bi cezayê darvekirinê bi encam bibe.

Li gorî raporê, di 6’ê Gulanê de doza herdu xwişk û birayan li Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê hate dîtin. Saziyên ewlehiyê wan bi sûcdariya ku di dema xwepêşandanan de ‘Molotof’ avêtine sûcdar kirin, li gorî saziyên mafê mirovan, ev cûrên sûcdariyan di gelek dozên xwepêşandanan de bi armanca dibin zexta lêpirsînê de bi zorê îtîrafê bidin kirin, dikin rojev.

Zeyneb Musewî û birayê wê di Adara 2026’an de hate binçavkirin û piştî ku li navendên binçavkirinê di pêvajoya lêpirsînê de derbas bû, sewqî girtîgeha Vekîlabad a Meşhedê hate kirin. Domandina girtina van herdu welatiyan, rastî dema ku meqamên daraza Îranê di mehên dawî de, dozên li dijî xwepêşanderan lez kiriye û biryaran pêktînin hatiye.

Berê lî 30 kesên ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de hatine girtin biryara darvekirinên dan û ragihandin ku ji vana 13 jê înfaz kirine. Ev rewş li Îranê zêdebûna zextên ewlehiyê û darazê li dijî xwepêşanderan, pêlek nû ya fikarên neteweyî û navnetweyî ava kiriye.