Li Mereşê di êrîşa li ser dibistanê de 4 kes mirin 20 kes birîndar bûn
Di êrîşeke çekdarî ya li ser dibistaneke navîn a Mereşê de 4 kes hatin kuştin 20 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku der barê êrîşê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Mereş – Di êrîşeke çekdarî ya li ser dibistaneke navîn a li Mereşê de 4 kes hatin kuştin 20 kes jî birîndar bûn. Êrîşkar dibistanek navîn a li navenda bajarê Mereşê hedef girt. Piştî êrîşê, gelek ambulans sewqî dibistanê hatin kirin.
Hat ragihandin ku der barê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin. Waliyê bajêr, Mukarrem Onluer, ragihand ku 4 kes hatine kuştin, 20 kes birîndar bûne. Her wiha got ku 4 ji birîndaran di rewşeke krîtîk de ne.
Her wiha hat eşkerekirin ku bavê êrîşkar endamekî berê yê hêzên ewlehiyê ye.
RTUK weşanê qedexe dike
Komîteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) der barê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî ji dezgehên medyayê re weşand.
Komîteyê diyar kir ku divê hevpeyvîn bi malbatên kuştiyan an şahidên bûyerê re neyên kirin û divê dîmenên ji cihê bûyerê neyên weşandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh li navçeya Siwêrega Rihayê li taxa Hasan Çelebî, li Dibistana Lîseya Teknîkî û Pîşeyî ya Ahmet Koyuncu xwendekarekî êrîş kir. Di êrîşa ku serê sibehê çêbû de 11 xwendekar û 2 mamoste birîndar bûbûn, hatibû diyarkirin ku hinek xwendekar jî rehîn hatibûn girtin.