Li Mêrdîn û Şirnexê civînên ‘Ber bi Bajarên Jinan’ hatin lidarxistin
Li navçeya Mêrdîn û Cîzîr a Şirnexê, bi armanca berfirehkirina têgihîştina azadiya jinan û wekheviya wan di rêveberiya herêmî de, civînên ‘Ber bi Bajarên Jinan’ hatin lidarxistin.
Navenda Nûçeyan- Li navçeya Mêrdîn û Cîzîr a Şirnexê, ji bo pêşxistina nêzîkatiya azadiya jinan û wekheviya rêveberiyên herêmî, civînek bi sernavê ‘Ber bi Bajarên Jinan’ hate lidarxistin.
Civîna ku, li saloneke navçeya Artukluyê hate lidarxistin, gelek jinên ku nûnertiya partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikirin, beşdar bûn. Pankartek bi nivîsa "Jin, jiyan, azadî" li salonê hate daliqandin. Civîn, ku ji aliyê şaredariyên Nisêbîn û Artukluyê ve û bi şêwirmendiya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrrojhilat (GABB) ve hate lidarxistin, li ser perspektîfa bajarên jinan hate sekinandin û daneyên ji lêkolînên meydanî yên li Nisêbînê hatine kirin bi beşdaran re hatin parvekirin. Her wiha, pêşniyar, nêrîn û daxwazên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di derbarê bajarên jinan de hatin guhdarîkirin û bi hev re hatin nirxandin.
Civîna li Şirnexê
Ji aliyê Şaredariya Cîzîrê ve li Hola Konferansê ya şaredariyê civînek hat lidarxistin. Gelek jin, di nav de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, beşdarî civînê bûn. Ji bo Berîvan Kutlu, çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) ku jiyana xwe ji dest da, li holê kursiyek hat veqetandin û wêneyê wê li ser kursiya ku ji bo wê hatibû veqetandin hat danîn. Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna jinên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên bajêr jî beşdarî bernameyê bûn.
Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Asaln diyar kir ku berpirs ne tenê ya şaredariyane, ya hemû kes û hemû qaden. Divê li her cihê mafê axaftina jinê hebe.
Piştî axaftinan bername bi pirs û bersivan û pêşniyaran berdewam kir.