Li Mehabadê di bin siya şer de Newroz

Gelê Rojhilat, dibin her şert û mercêde hertim xwedî li dîrok û rihê dîroka xwe derketine. Îro jî li Mehabadê, tevî qedexeyan, qutbûna înternetê, şert û mercên şer, ji bo Newroza 1405’an kombûn û bi merasîmên kevneşopî Newrozê pîroz kirin.

Mehabad – Bi destpêkirina sala nû re, xelkê bajarên cuda yên Rojhilat, tevî Mehabadê, di şert û mercên cuda de ji yên salên berê pêşwaziya Newroza 1405’an kirin. Pîrozbahiyên îsal di nav qutbûna înternetê, qedexeyên nenivîsandî û atmosfera ku ji ber şer çêbû de pêk hatin. Li gorî agahiyên ji qadê, xelkê Mehabadê ji bo pîrozkirina Newrozê derketin kolanan û li qadên giştî kom bûn. Ev kombûn li deverên wekî Bendava Mehabadê, Parka Millet, Girava Mehabadê, Kolana Çarçira û Cengela Azadiyê pêk hatin. Pêxistina agir, pêşandanên fîşekên hewayî û reqsên gelêrî yên komî (dîlan) hêmanên sereke yên pîrozbahiyên Newrozê bûn. Lêbelê, ev çalakî li gorî salên berê di komên piçûktir û di rewşek sînordartir de hatin organîzekirin. Di heman demê de, welatiyên gundên derdorê bi serdanên cejnê û pêxistina agir li kolanan vê kevneşopiya kevnar zindî dihêlin.

Dîmen de jî derdikeve holê ku tevî şert û mercên heyî, gelek kesan Newroz wekî derfetek ji bo îfadekirina hêvî û hevgirtinê û pêşwazîkirina sala nû bi hev re dîtin. Lêbelê, bandora van pîrozbahiyan ji ber qutbûna înternetê sînordar bû. Newroz, yek ji kevintirîn kevneşopiyên herêmê, îsal li Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû zehmetî û qedexeyan hate pîrozkirin û ji bo gelek kesan ew bû sembola berdewamiya jiyanê û hêviya ji bo pêşerojê.