Li Lubnanê li dijî jinan cudakarî tê kirin
Bi hezaran jinên li Lubnanê ji ber ku bi mirovên biyanî re zewicîne, mafê zarokên wan ê hemwelatîbûna Lubnanê tê redkirin. Jinan diyar kir ku ev yek cudakarî ye, mafê wan û yên zarokên wan tê binpêkirin.

FADÎA CUMA
Beyrûd – Zagona hewelatîbûniyê ya li Lubnanê û cudakariya li hemberî jinan, tevliheviya li welat di warê siyasî, mezhebî û civakî de careke din radixe ber çavan. Mafên jinên Lubnanê nîn e ku hemwelatîbûnê bidin hevjînên xwe yên biyanî. Ev rewş ne tenê kêmaniyeke zagonî ye, di heman demê de mînakeke eşkere ya newekheviya zayenda civakî jî tê dîtin.
Zagona hemwelatîbûnê ya Lubananê ya sala 1925’an, mafê hemwelatîbûna Lubnanê dida zarokên mêrên ku bi jinên biyanî re zewicîne lê belê vê mafê nedane jinên ku bi mêrên biyanî re dizewicin. Zagon bi teyîsîna normên civakê re, bi demê re nehatine nûkirin. Komeleyên jinan û rêxistinên femînîst ên li Lubnanê, li dijî vê bêedaletiyê, bi dehan salan e têdikoşin.
Jinan kampanya li dar xist
Bidestxistina mafên diyarkirî yên jinan, ji ber otorîterên dînî û mezhebî tên astengkirin. Lê belê hewldanên ji bo guherîna civakê didomin. Kampanyaya ‘Hemwelatîbûna min ji bo min û malbata min mafek e’ weke hewldanek girîng di vê qadê de derdikeve pêş. Kampanya yek ji xebatên ku ji bo jin bikaribin mafê hemwelatîbûnê bidin, hişyariya civakê zede bikin dimeşînin e. Di heman demê de bal dikşîne ser asta Destûra Bingehîn a vê pirsgirêkê û rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn a Lubnanê. Madeya 7’an a Destûra Bingehîn dibêje; “Hemû Lubnanî li ber qanûnê wekhev in.” Tevî ku cudakarî hatiye qedexekirin jî di pêkanînê de tu wekheviyek nayê dîtin.
Pêşniyarên zagonê
Ev mijar gelek caran bûye rojeva parlamentoyê. Di nava van de ya herî zêde bal kişandiye, pêşnûmebiryara parlamentera berê Rola Tabsh ku jinên Lubnanê bêyî tu astengiyekê bikarin mafê hemwelatîbûnê bidin zarokên xwe bû.
Pêşnûmebiryarek jî ji aliyê Komîsyona Jinên Neteweyî ya Lubnanê ve hat amadekirin ku hemwelatî bê dayîna zarokên negihayî, ‘qerta kesk’ a mafê aborî û medenî bidin zarokên gihîştî. Pêşnûmebiryarek din ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê berê Cibran Bassil ve hat amadekirin, ji derveyî yên ku bi Filistînî û Sûriyeyiyan re zewicîne, mafê dayîna hemwelatîbûnê ji bo jinên Lubnanê nas dike bû. Lê belê vê pêşniyarê, rê li ber rexneyan vekir. Hinek hêzên siyasî ku bi guman in wê encamên demografîk hevsengiya mezhebî li welat biguherînin bi fikar in, vê pêşnûmebiryarê red kirin. Bi taybetî beşek mezin a koçberên Filistînî û Sûriyeyî bi jinên Lubnanî re zewicîne, vê mijarê di aliyê siyasî de hesas dibînin.
‘Di mijarên bingehîn de hê em li paş in’
Mînakek ku li Lubanê hat jiyîn rewşa Shade Osta ku bi mêrek Îtalyan re zewicî ye. Shaden Osta bal kişand ser êşên şexsî ku ji ber vê zagonê dijî, diyar kir ku piştî hevjînê xwe berdaye, bi kurê xwe Anthony li Lubnanê jiyana xwe didomînin lê belê rastî gelek zoriyan hatiye. Shaden Osta bal kişand ser pirsgirêkên ku di mijara edalet û wekheviyê de jiyaye, diyar kir ku divê jin bikaribin mafê hemwelatîbûnê bidin zarokên xwe û wiha got: “Weke jinên Lubnanê, dayîna hemwelatîbûna me ji bo zarokên me mafê me ye. Ez weke jinek ku li Lubnanê ji dayîk bûme û li wir dijîm behsa wê mafê ku ez xwedî wê me dikim û kurê min jî bi min re li Lubnanê dijî. Dema kurê min bixwaze biçe cihek nêz, neçar dimîne destûr bigre. Em behsa azadî û pêşketinê dikin lê belê em di mijarên herî bingehîn de hê jî li paş in.” Shaden Osta da zanîn ku bi hincetên siyasî azadiya mirovan hatiye sînordarkirin û ji bo jin û zarokan banga edaletê kir.
‘Pirsgirêka mirovî hatiye îhmalkirin’
Shaden Ostan ne kesek bi tenê ye ku hemwelatîbûnê nedane kurê we. Samar Assî ku bi mêrek Filistînî re zewiciye û dayîka du zarokan e diyar kir ku bi hinceta parastina hevsengiya mezhebê mafê dayîna hemweltîbûnê ji bo zarokan nadin jinên Lubnanê û got: “Mixabin em di welatek mezhebî ku ji mafên herî bingehîn ên mirovî bêpar e de dijîn. Weke li hemû welatên ku li ser rûyê dinyayê ne, wateya zarokên min ji mafê hemwletîbûna Lubnanê bêpar man çi ye? Îdia dikin ku hevsengiya mezhebî ya Lubnanê wê xirab bibe. Bi sedan, bi hezaran mirovên ku ne layîq in ji ber sedemên siyasî û mezhebî hemwelatîbûnê digrin. Ev rewşa heyî bêedaletî ye.” Samar Assî da zanîn ku jin bi salan e têdikoşin.
‘Tiştên tên jiyîn bêedaletiyek mezin e’
Samar Assî bi gotina: “Tişta ku em îro bûne şahid, bê edaletiyek ku nayê tarîfkirin e” da zanîn ku li dijî bi hezaran jinên bi mirovên cuda re zewicîne, ji ber ku mafê dayîna hemwelatîbûna Lubnanê ya zarokan tê redkirin zilmê dibînin. Samar Assî destnîşan kir ku ji ber bavê zarokên wê Filistînî ye ev rewş zêdetir tevlihev bûye û wiha got: “Ji ber ku ez bi Filistîniyek re zewicî me, ji bo zarokên min êş zêdetir û dijwartir e. Ji ber Filistînî ji tu mafên medenî sûdê nagirin û ne xwedî mafên xebatê ne. Nedayîna mafê hemwelatîbûnê ji bo zarokan zulm e.”