Li Lubnanê jin li ser Jinelojiyê nîqaş kirin
Komîteya Jinelojiyê ya li Bekaa ya Lubnanê, bi armanca zêdekirina hişmendiya jinan a di qadên civakî û tenduristiyê de ji bo jinan rûniştinek danasînê hate li dar xist. Armanca çalakiyê, piştgiriya jinan a ji bo rolên çalaktir bû.
Lubnan – Komîteya Jinelojiyê ya li Bekaaya Rojava ya Lubnanê, bi hevkariya Komeleya "Ez Jinek Bibandor im" û "Înîsiyatîfa A Riwaq", ji bo Jinelojiyê rûniştinek li dar xist. Gelek jinên ji temenên cuda beşdarî çalakiyê bûn.
Di rûniştinê de, hate diyar kirin ku zanîsta jinê ango "Jinelojî" qadekî ku divê jin di aliyê civakî, derûnî, çandî û siyasî de lêkolînkirin bikin e. Beşdaran, destnîşan kirin ku divê rolên jinan ên di civakê de bi awayekî rast fêmbikin û wan di derveyî qalîbên kevneşopî de bên nirxandin. Ev qada lêkolînê, armanc dike ku potansiyela jinan di qadên mîna lîdertî û beşdariya giştî de dîtbarî bike.
Di beşa duyemîn a rûniştinê de, ji ber meha Cotmehê têkildarî penceşêra memikê hişyariyan hate dayîn. Beşdaran, di mijara faktorên rîska penceşêra memikê, girîngiya teşhîsa zû û pêwîstiya muayeneyên bi rêkûpêk de hatin agahdarkirin. Hate diyar kirin ku teşhîsa zû rêbaza herî bibandor ji bo dermankirina penceşêrê ye û ji jinan re hate bibîrxistin ku bi xwe bi pêkanîna muayeneya xwe û muayeneya bijîşkî yên birêkûpêk jiyana mirovan rizgar dike.
Beşdaran, diyar kirin ku ji bo bilindkirina hişmendiya jinan a him li ser tenduristiya xwe û him jî li ser rolên wan ên civakî, çalakiyên bi vî rengî pir girîngîn û dan zanîn divê çalakiyên bivî rengî bidomîn.