Li Lubnanê 370,000 zarok ji ber neçarî malên xwe terikandine
Nûnerê UNICEF ê li Lubnanê, diyar kir ku ji ber şerê berdewam zêdetirî 370,000 zarok neçar mane ku malên xwe biterikînin. 'Li Lubnanê cihekê bi ewle tune ne.’
Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên UNICEFê, heta niha 121 zarokan di bombebaranên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane û 399 zarok jî birîndar bûne.
UNICEFê banga gihîştina lezgîn a mirovî kir da ku bigihîje kesên ku hewcedar in.
Nûnerê UNICEF ragihand ku di bin mekanîzmaya bersiva bilez a li welêt de, heta niha alîkariya mirovî ya bingehîn û pêdiviyên zivistanê ji zêdetirî 167,000 kesên koçber re hatine şandin.
‘Hêrê zêde jin û keç ji vê rewşê bandor dibin’
Di heman demê de, berpirsên Neteweyên Yekbûyî yên Jinan ragihandin ku ji çar jin û keçan yek li Lubnanê ji ber şer neçar mane ku malên xwe biterikînin.
Berpirsekî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) diyar kir ku di du hefteyên dawî de nêzîkî 150,000 kes li Başûrê Lubnanê ji ber hilweşandina pirên li ser Çemê Lîtanî hatine tecrîtkirin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan ev pir ji bo rêgirtina li derbasbûna çek û pêdiviyan bo Hizbullahê xistiye.
Hejmara miriyan zêde dibe
Li gorî daneyên herî dawî yên ku rayedarên Lubnanê roja Pêncşemê êvarê parve kirin, ji 2ê Adarê ve di êrîşên Îsraîlê de 1,116 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3,229 kes jî birîndar bûne.