Li Lîbya gotinên nefretê yên li dijî jinan hatin nîqaşkirin

Jinên ku beşdarî atolyeya perwerdeyê ya li bajarê Sebhayê li Lîbyayê bûn dan zanîn ku divê têkoşîna li dijî gotinên nefretê yên li dijî jinan bê xurtkririn û gotin: "Hewcedarî bi hişyarkirina malbatan heye."

MUNA TOKA

Lîbya – Di nava zêdebûna gotinên nefretê yên li dijî jinan li ser platformên dîjîtal û di jiyana giştî de, platforma "She Verifies" duh li bajarê Sebhayê, di çarçoveya projeya xwe ya "Na ji Gotinên Nefretê yên li dijî Jinan re" ku ji aliyê Navenda Diyaloga Navneteweyî (KAICIID) ve tê piştgirîkirin û bi hevkariya Bernameya Projeyên Diyalogê, atolyeyek perwerdeyê li dar xist.

Di atolyeyê de komek çalakvanên jin û kesên ku bi karûbarên giştî re eleqedar dibin li hev civiyan û bal kişandin ser hilweşandina têgeha zimanê nefretê, pênaseya wê, şêweyên wê û kanalên herî berbiçav ên ku bi riya wan tê pêşvexistin. Bi taybetî di ronahiya dezenformasyonên berbelav ên li ser medyaya dîjîtal de. Her wiha li ser rêbazên şopandin û têkoşîna li dijî van gotinan nîqaş kirin.

'Armanc bi komxebatê ew e têkoşîna li dijî gotinên nefretê were dîtin'

Rojnamevana serbixwe û koordînasyona atolyeyê Rîma El-Fulanî diyar kir ku armanca sereke ya komxebatê ew e ku qadeke înteraktîf ji bo danûstandina ezmûnan li ser têkoşîna li dijî nûçeyên sexte û gotinên nefretê yên ku jinan hedef digrin biafirîne û got: "Komxebatên bi vî rengî derî li ber nîqaşên li ser bandora van retorîkan li ser aştiya civakî û li ser rehetiya psîkolojîk û fîzîkî ya jinan vedikin."

'Hewcedarî bi pêşxisitna mekanîzmyên parastinê heye'

Rêvebera Salona Çandî ya Jinan a UNESCO'yê li bajarê Sebhayê, Fatimê El-Zehraa Maatouq got ku komxebat gaveke girîng e ji bo bi hişyarkirina jinan li ser şantajên dîjîtal û gotinên nefretê yên serhêl. Fatimê Maatûq wiha axivî: "Pêwistî bi pêşxistina mekanîzmayên parastinê yên bi bandor heye, di nav de xetên germ ji bo ragihandina binpêkirin û hêzdarkirina jinan ji hêla qanûnî û civakî ve da ku li dijî van bûyeran rawestin."

'Divê hişyarî ji malbatê dest pê bike'

Ezîza Muhemed ku beşdarî atolyeyê bûye ezmûna xwe wiha dibêje: "Jinên di civaka me de ne tenê ji qada giştî yan platformên dîjîtal, di heman demê de ji hundirê hinek malbatan bi xwe jî êrîşên dubare re rûbirû ne. Ev êrîş pir caran encama agahiyên xelet, wêneyên çêkirî, yan wêneyên ji çarçoveyê hatine derxistin in û bi awayekî şaş tên belavkirin, carna dibin sedema encamên trajîk ên ku dibe gef an tewra kuştinê jî di nav de bin. Hişyarî divê ne tenê bi jinan ve sînordar be divê di nava malbatê de dest pê bike, ji ber ku ew pir caran çavkaniya sereke ya xeterê yan parêzvanên sereke ye."

Pêşniyarên di komxebatê de rû dane

Di dawiya komxebatê de, beşdaran çend pêşniyar kirin ku armanc dikin hawirdorek dîjîtal a ewletir û wekhevtir ji bo jinan ava bikin. Van pêşniyaran piştgirîkirina kampanyayên hişyarkirinê, perwerdekirina jinan li ser ewlehiya dîjîtal û girêdana bi saziyên ewlehî û hiqûqî re ji bo misogerkirina mafê parastinê yê jinan û berpirsiyariya hiqûqî ji bo tacîzkaran di nav xwe de digirt.