Li Kurdistanê di şeş mehan de hezar û 804 binpêkirinên mafan hatin jiyîn

Şaxa ÎHD’a Amedê, rapora xwe ya binpêkirina mafan a 2026’an parve kir. Li gorî raporê, li bajarên Kurdistanê herî kêm hezar û 804 binpêkirinên mafên mirovan hate tesbît kirin.

Navenda Nûçeyan- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora binpêkirina mafan ku di nava 6 mehan de li bajarên bakurê Kurdistanê hatine kirin, parve kir.

Cînayetên jinan û mirina bi guman

Di raporê de tê diyarkirin ku di şeş mehên ewil ên salê de 38 jin, 11 mêr û 10 zarok herî kêm 59 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Di çarçoveya binpêkirinên li dijî jinan de, herî kêm 17 jin ji ber tundiya navmalê û herî kêm 9 jin jî di encama êrîşên li qadên giştî de mirin.

Hat destnîşankirin ku zarok jî rastî tundî, êrîşa zayendî, cînayetên li cihê kar, mayîn û teqemeniyên bêxwedî û destwerdanên hêzên ewlehiyê binpêkirinên mafan ên cûrbecûr hatine.

Binçavkirin û girtin

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di şeş mehên ewil ên sala 2026’an de 652 kes hatin binçavkirin, 123 kes jî hatin girtin. Her wiha avêtine ser 161 malan û der barê du kesan de cezayê hepsa malê hatiye dayîn.

Di raporê de hat destnîşankirin ku destwerdanên li dijî protestoyan, bi taybetî yên piştî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hatin, bûne sedema zêdebûna hejmara binçavkirin û girtinan. ÎHD’ê diyar kir ku zarok, rojnamevan û siyasetmedarên ku beşdarî van protestoyan bûne jî hatine binçavkirin û girtin.

Di çarçoveya îşkence û muameleya xirab de jî hêrî kem 77 binpêkirin hatin tomarkirin. Hat diyarkirin ku ji bilî îdiayên tundiya fizîkî û muameleya xerab a li navendên binçavkirinê, li xwepêşandanên giştî û li girtîgehan, gilî û gazinên kesên ku rastî gef û zextan hatine jî di raporê de cih digrin.

Hat destnîşankirin ku li girtîgehan jî binpêkirinên mafan ên mîna pirsgirêkên gihîştina xizmetên tenduristiyê, muayeneyên bi kelepçe, veguhestin, sînordarkirina ragihandin û çalakiyên civakî, tecrîd û taloqkirina berdana girtiyan didome.

Banga bilezkirina gavên demokratîkbûnê

Şaxa ÎHD’a Amedê, ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a berdewam veguhere aştiyeke civakî ya mayînde, banga bilezkirina gavên demokratîkbûnê kir.

Komeleya Mafên Mirovan, daxwaz kir ku azadiya îfade û rêxistinbûnê bikeve bin temînatê, dawî li girtin û binçavkirinên kêfî were anîn, binpêkirinên li girtîgehan werin çareserkirin û astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin.