Li Koye dîdara ‘bajarê merîfet û şaristaniyê’
Li Koye bi sernavê ‘Koye; bajarê merîfet û şaristaniyê ye di navbera duh û îro de’ dîdarek zanistî hat lidarxistin û tê de behsa dûrxistina jinan, ji muzîk û stranên Kurdî hat kirin.
ŞIYA KOYE
Koye – Di çarçoveya akademî, çand, wêje û hunerî de, Enstutiya Zeyneb Xan, bi hevkariya Zanîngeha Koye û saziya VIM, dîdara zanistî ya bi sernavê ‘Koye; bajarê merîfet û şaristaniyê ye di navbera duh û îro de’ li hola serokatiya zanîngeha Koye dîdar hat lidarxistin. Di vê dîdarê de panel jî hatin pêşkêşkirin.
‘Dîrokek me heye’
Seroka Enstutiya Zeyneb Xan Mihabad Azad, têkildarî navaroka dîdarê ji ajansa me re axivî û got: “Dîdar ji du panelan pêk hat û di her panelê de sê lêkolîner beşdar bûn. Mijar cuda bûn, weke mijara dîroka dûrxistina jinan her wiha behsa Koye dike ku cihê pêşengiya fikrên siyasî bû. Her wiha behsa musîqa Kurdî û stranên Kurdî dike û dîroka arkeolojîk a navçeya Koye ku gelek bi lez tune dibe hat kirin. Em dixwazin bizanbiin dîrokek me heye û çima Koye heta niha bi pêş neketiye û tevî dîroka xwe ya dewlemend çima heta niha bi pêş neketiye.”
‘Koye navçeyek dîrokî ye’
Profesora alîkar a beşa mîmarî ya zanîngeha Koye Menar Nizar Ehmed wiha got: “Ez weke beşa mîmarî bi mijara ‘Arkeolojiya Koye û metirisya tunebûnê’ beşdar bûme û min dest bi lêkolînkirina mal û avahiyên dîrokî û bi hûrgulî min malên Koye yên kevin lêkolîn kir ku çend avahî mane û çend ji wan jî hilweşiyane. Dîdarên wiha girîng in ji bo bajarê Koye bê nasîn. Koye navçeyeke dîrokî ye û divê zêdetir girîngî bidin, avahî werin nûjenkirin û ji hilweşînê biparêzin. Ji ber Koye di aliyê dîrokî de negihîştye mafê xwe û kesayetên weke nivîskar û helbestvan heta astekê hatine paşguhkirin.”
‘Xwendekar ji dîdarên wiha sûdê digrin’
Mamoste Hewar Efendî Mamend bi xwendekarên dibistana amadeyî re beşdarî dîdara zanistî bû wiha got: “Gelek girîng e ku xwendekar beşdarî van cureyên dîdaran bibin û me jî bi mebesta girtina agahiyan poleke dibistanê beşdar kiriye da ku zêdetir dîroka Koye bizanibin û kesayet, nivîskar û helbestvanên vî bajarî binasin. Ji ber ku kesên ku dîroka xwe nizanibin, nikarin pêşeroja xwe diyar bikin û îro xwendekarên me gelek sûdê ji vê dîdarê girtin.”
‘Bi saya van dîdaran em jinên pêşeng dinasin’
Xwendekara bi navê Kesan Hêrîş ku beşdarî dîdarê bûye wiha got: “Min ji vê dîdarê sûdek baş girt, îro min fêm kir ku çiqas kesayetên me yên navdar hene, li Kurdistanê bi taybetî li Koye û di nava jinan de wek kesayetên Zeyneb Xan ku helbestvan bû behsa felsefeya wê tê kirin û jinek şoreşger bû. Her wiha kesayeta Necîbe Xan keça melayê mezin, yekem keç bû li bajarê Koye çûye dibistanê ji bo keçên din jî bûye mînak û riya çûyîna dibistanê ji wan re vekiriye.”