Li Koye cejna Paskalyayê hat pîrozkirin

Xirîstiyanên bajarê Koye piştî 50 rojên rojiyê cejna Paskalyayê pîroz kirin

ŞIYA KOYE

Koye – Duh Cejna Paskalya ya Xirîstiyanan li gundê Hermuta girêdayî bajarê Koye hat pîrozkirin. Piştî 50 rojên rojiyê, Xirîstiyanên Koye wek Xirîstiyanên tevahiya bajêr û bajarokên Kurdistanê, cejna Paskalyayê pîroz kirin. Di vê cejnê de pîrozbahî li hev hatin kirin û hinek li malan digerin û hinek jî pêşwaziya mêvanan dikin.

Ji ber têkelbûnek zêde di navbera Xirîstiyanên Hermutê û bajarê Koye de bi Misilmanan re kevneşopiyên wan gelek dişibin hev. Wek cejna Misilmanan şêrînahî belav dikin û serdana malan dikin. Mezin û biçûk di cejnê de digerin.

Delal Silo Îsa ji bo pîrozkirina cejnê li gel kes û karên xwe ji bajarê Hewlêr hatiye Hermutê. Delal Silo wiha got: “Ez vê cejnê li hemû Xirîstiyaniyên cîhan û Kurdistanê pîroz dikim. Ez gelek kêfxweş im ku em hemû li vir kom bûne. Hefteyek beriya cejnê amadekarî tên kirin, kulîçe û tişt tên amadekirin û her wiha hêk dikelînin û rengîn dikin. Piştî 50 rojên ku rojî tê girtin, di wê rojiyê de xwarinên lawir, goşt, hêk û şîr naxwin.”

Delal Silo derbarê kaneşopiya rengkirina hêkan de wiha got: “Ên ku di vê demê de hêk naxwin û kom dikin heta cejnê reng dikin û ew jî li gel me tê wateya jiyan û nûbûnê. Di wê rojê de hinek pêşbazî bi hêk tê kirin û bi awayek ku hêk ji destê nekevin.”

Delal Silo Îsa wiha behsa bihevre jiyana li gel Misilmanan kir û wiha got: “Ew ji bo pîrozbahiyê tên û em jî dema cejnê diçin gel wan û pîrozbahiya cejnan dikin. Jinên me mil bi milê mêran şoreş kirine.”

Cûdahiya cejnê berê û niha

Têkildarî cejnên berê û niha Befrîn Ezîz Pitrusî wiha got: “Cejan niha xweştir ji cejnê din, ji ber niha hemû tişt zor e. Mînak jin ger nekarin xwarinên taybet hazir bikin, diçin xwaringehan yan jî xwarin bipaş dikevin. Piranî jinê gundan bi karê çandiniyê ve mijûl bûn. Lê belê niha ne wiha ye.”

Berfîn Ezîz xwezî li wan deman dixwe û dibêje: “Niha karê dest kêm bûye, demên berê me çandinî dikir herî zehmet û giran bû lê belê xweş bû. Bihevre jiyana li gel xwîşk û birayên Misilman gelek xweş e û hemû deman bê cûdahî bû.”

Gundê Hermut 15 kîlometre ji Rojavayê bajarê Koye dûr e. Nêzî 150 mal tê de dijîn û piranî Xirîstiyan û Misilman tê de dijîn û beşdarî cejn û şahiyên hev dibin.