Li Kordofanê pevçûn û xela: Jinên Sûdanî barê herî giran hildigrin
Di nava hişyariyên berfireh ên NY’ê de, li gorî raporên medyayê, dorpêça li ser bajarê Delingê piştî zêdetirî salek û nîv hat rakirin; lê belê qeyrana mirovî didome.
Navenda Nûçeyan- Li Sûdanê li gelek eniyan pevçûn didomin û qeyrana mirovî zêde dibe. Barekî giran li ser milên sivîlan e û jin û zarok rasterast bi birçîbûn û tirsê re rûbirû dimînin.
Artêşa Sûdanê, duh 26’ê Çileyê ragihand ku dorpêça li ser bajarê Delingê piştî zêdetirî salek û nîv rakirine û Hêzên Piştgiriya Lezgîn windahiyên mezin dane.
Artêşa Sûdanê, bi operasyonek serkeftî dorpêça Hêzên Piştgiriya Lezgîn a zêdetirê salek e li ser bajarê Delingê dimeşîne şikand û deriyên bakur û başûr ên bajêr xist bin kontrola xwe. Ev pêşketin, di dema hewldanên Hêzên Piştgiriya Lezgîn a ji bo xurtkirina serdestiya xwe li Kordofanê de pêk hat û vê hêzê qada petrolê ya Heglig desteser kir, dorpêça li Kadugliyê dijwartir kir. Hat ragihandin ku li herêmê xela didome.
NY’yê hişyarî da ku binpêkirinên li Darfûrê wê li Kordofanê jî dubare bibin; ji Cotmeha 2025’an û vir ve zêdetirî 65 hezar kes ji cih û warên xwe bûn. NY’ê piştrast kir ku li Kadugliyê xela heye û diyar kir dibe ku rewş li Delingê jî heman be.
Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, heta dawiya Mijdara 2025’an zêdetirî 3.3 milyon Sûdanî vegeriyan malên xwe û vegera herî zêde li eyaletên Xartûm (1.4 milyon) û El-Cezîre (1.1 milyon) çêbûn.
Tevî ku Xartûm û bajarên rojhilatê welat niştecihên aramtir in jî Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi dronan êrîşî binesaziyê dikin û pevçûn didomin. Jinên Sûdanî, di şert û mercên tundiya zayendî, koçberî û xelayê de bi lênêrîna zarok û extiyaran re barê herî giran ê mirovî hildigrin.