Li Kongoyê 27 bûyerên nû yên Ebolayê: Hejmar zêde dibe

Rayedarên Komara Demokratîk a Kongoyê ragihandin ku hejmara bûyerên Ebolayê yên tesbîtbûyî gihîştiye 515’an û ji vana 91 kes mirine. Rêxistinên navneteweyî hişyarî dan ku ger tedbîrên pêwîst neyên girtin, dibe şewb bi pir belav bibe.

Navenda Nûçeyan – Li Komara Demokratîk a Kongoyê, belavbûna bêdeng a vîrusa Ebolayê di çend hefteyan de kêmasiyên cidî yên di pergalên çavdêriya tenduristiyê de raxist ber çavan. Ji ber nîşaneyên wan ên ku dişibin nexweşiyên hevpar, tesbîtkirina dereng a bûyeran, rê li ber fikarên belavbûnek berfirehtir a şewba ku kontrolkirina wê zor e vekir.

Hejmara bûyerên Ebolayê gihîşt 515’an

Hejmara bûyerên Ebolayê yên piştrastkirî li Komara Demokratîk a Kongoyê, di 24 saetên dawî de bi 27 bûyerên ku nû hatin tomarkirin, gihîştiye 515’an. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedaran ve roja 7’ê Hezîranê hat dayîn, hejmara kesên mirine bûye 91.

Navendên Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan (CDC) yên DYE hişyarî da ku ger tedbîrên tam ji bo kontrolkirina belavbûna wê neyên girtin, dibe ev şewba heyî ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve weke rewşek awarte ya tenduristiya giştî ya navneteweyî hatiye dabeşkirin, bigihîje asta şewba Ebolayê ya 2014-2016’an a li Rojavayê Afrîkayê ku zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Vîrus belav dibe

Di vê çarçoveyê de, berpirsê pêşîlêgirtina şewbê û analîza epîdemîolojîk a saziyê diyar kir ku ger tedbîrên tenduristiya giştî yên tam neyên girtin, dê şewb belavtir bibe. Vîrusa Ebolayê ku bi riya têkiliya nêzîk û şilavên bedenê digihîje, di salên dawî de li Efrîqayê bûye sedema mirina zêdetirî 15 hezar kesan.

Rayedarên Kongoyê di 15’ê Gulanê de ragihandin ku vîrus li parêzgeha Iturî ya li bakur rojhilatê welat belav bûye. Komara Demokratîk a Kongoyê ku nifûsa wê nêzî 100 milyon e, yek ji welatên herî xizan ên cîhanê tê hesibandin û her wiha qada pevçûnên çekdarî ye.

Vîrusa ku bi riya têkiliya rasterast û şilavên bedenê digihîje, dibe sedema tayê xwînrijandina ku dikuje. Tê texmînkirin ku  hefteyan beriya şewb were ragihandin, bêdeng belav bûye. Sedema wê jî cureya ‘Bundibugyo’ ya Ebolayê ku berpirsiyarê şewba heyî ye, nîşaneyên enfeksiyonê dişibin nexweşiyên wek înfluenza, malarya, yan jî tîfoyê, ev jî tesbîta van bûyeran dereng dixe.