Li kolanên Tehranê afîşên ‘ji hicabê re riayet’ bûn sedema bertekan
Li Tehranê daliqandina afîşa bi nivîsa “Ger jin ji hicabê re riayet bikin dê gendelî kêm bibe” di raya giştî de bû sedema bertekên mezin. Jinan gotin ku dewlet hewl dide bi vê gotinê jinan sûcdar bike û kiryarên xwe veşêre.
MARÎA KARÎMÎ
Tehran – Afîşeke ku li riyeke sereke ya Tahranê bi nivîsa “Jinên xoşewîst, ger hûn ji hicabê re riayet bikin em ê jî bi gendeliyan re têbikoşin” hat daliqandin bû sedema bertekên zêde. Peyam ji aliyê welatiyan ve rastî henekan hat, jinan dan zanîn ku dewlet bi afîşê hewl dide gendeliyên xwe veşêre û gotinên exlaqî ji xwe re dike amûr, weke propagandayê ye.
Rêbaza dewletê ya ji bo rizgariya ji sûcan
Afîş, weke reva ji berpirsyariyê û avêtina sûc ji ser xwe tê nirxandin û hewl tê dayîn sedema qelsiya kontrol, torên rantê, têkiliyên berjewendiyên siyasî û aborî, bi helwestên şexsî yên jinan ve were girêdan.
Ji aliyê siyasî û civakî ve sê encamên vê peyamê hene; yek jê qelskirina hayjêbûna civakê ya li ser sedemên rastîn ên gendeliyê, a duyemîn, bi awayekî bêmaf hesabxwestina ji jinan, a sêyemîn jî li cihê çareserkirina pirsgirêkan bi ferasta desthilatdariyek ku hewl dide têgihîştinê li gorî xwe ava bike.
Afîş tirsê nîşan didin
Ev afîş di heman demê de tirsa desthilatdariyê ya ji îradeya jinan û ji hêza civakê ye. Peyama “hicab dê pêşî li gendeliyê bigre” li cihê têkçûnên rêveberiyan, lêgerîna li ser sembolên exlaqî nîşan dide lê peyamên bi vî rengî, li cihê ku çareseriyê biafirînin, pêşdaraziyên civakî û şîdeta li dijî jinan kûrtir dike.
Anlîzên rexneyî nîşan didin ku têkoşîna bi gendelî û rantê re, bi lixwekirina cilan an jî helwestên taybet nîn e û dibêjin: “Zelaliya malî, serxwebûna saziyên kontrolê, zagonên li dijî pevçûnên berjewendiyê parastina kesên agahî didin û medyaya azad.”
Nûçe û denvedana li ser medyaya dîjîtal jî nîşan dan ku; peyamên wiha li cihê başkirina baweriya civakî, hêrs û bêbaweriyê zêde dikin. Têkoşîna rastîn a bi gendeliyê re, ne mudaxeleya mijarên exlaqî-şexsî; pêkanîna zelalî û edaletê ye.
Bi kurtasî, mafê herî xwezayî yê civakê ew e ku sedema bingehîn a pirsirêkên aborî û gendeliyê bizanibin û çareseriyên pergalî daxwaz bikin. Di tu şert û mercê de, bi taybetî biryar û rûmeta jinan divê nebe reva ji ve berpirsyariyê.