Li Kobanê mêr li dijî tundiya li ser jinê meşiyan

Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, mêr ên kantona Firatê li dijî tundiya li ser jinê meşiyan.

Kobanê – Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, mêr ên li kantona Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye li Qada Jin a Azad a Kobanê li hev kom bûn û ber bi Qada Aştiyê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongra Star û wêneyên pakrewanan hatin bilind kirin. Her wiha bê navber dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azad’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berz kirin. Meş bi dirûşmeya ‘Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze’ destpê kir.

‘Em ê têkoşîna xwe bighînin asta lûtkeyê’

Piştî ku meş giha Qada Aştiyê, deqeyek ji bo bîranîna cangoriyan rêz hate girtin. Piştre jî Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û diyar kir ku wê asta têkoşîna xwe bilind bikin û wiha got: “Ji hersê xwişkên Mîrebal û heta têkoşerên jin ê ku bi xwîna xwe destan afirandin û nivîsandin, em wek jin em ê asta têkoşîna xwe heta dawiyê bilind bikin. Em ê bi Asya, Ronahî û heta Tara û Hêro em ê têkoşîna xwe ya heta hetayê bighînin asta lûtkeyê."

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.