Li Kobanê li dijî tundiyê semîner hat dayîn
Kongra Star li bajarê Kobanê semînerek li ser roja 25’ê Mijdarê birêxistin kir ku têkoşîna jinan ya li dijî tundiyê girt dest.
Kobanê – Rêxistina Kongra Star ya kantona Firatê bi wesîleya Roja Cîhanî Ya Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ku dest bi hemleya di bin silogana “Bi hev re em civateke demokratîk û komunal ava dikin de ku tundûtîjiyê bi dawî bikin” kir, îro di rêzeçalakiyên hemleyê de semînerek li bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.
Semîner li navenda Komîteya Silhê ji aliyê seroka Desteya Jin Macîde Hesûn û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bozan Xelîl ve hatin dayîn.
Di semînerê de bi dehan jin, endamên Kongra Star, nûner û hevserokên Rêveberiya Xweser amedebûn.
Semînerê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre seroka Desteya Jin Macîde Hesûn axivî.
Macîde ku dîroka roja 25’ê Mijdarê vegot, bal kişand ser têkoşîna ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin jî.
Macîde ku got; “Jin û Mêr dema ku ji dayîk dibin azad in, lê mixabin di encama hişmendiya parşverû û mêr-dewlet herdû zayend jî tên kolekirin.” Macîde Hesûn wiha nirxandina xwe domand: “Weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me dikarbû di ware têkoşîna li hember tundiyê de gelek destkeftiyan pêşbixin. Bi riya bîrdoziya Rêber Apo û têkoşîna jinan ya dorfereh gelek guhertin pêk hatin ku heta sîstema hevseroktiyê jî roleke girîng lîst.”
Macîde Hesûn teqez kir ku; “Heta zadiya jin neyê misogerkirin, azadiya civakê jî ne pêkan e” û da zanîn ku divê tundiya navmalî were teşhîrkirin û derbaskirin.
Li aliyekî din Hevserokê PYD’ê Bozan Xelîl bal kişand ser sedemên berdewamkirina tundiya civakî û çawaniya derbaskirina wê.
Di dawî de ji aliyê şanogerên navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ve, şanoyek bi heman wesîleyê hat pêşkêşkirin.