Li Kobanê li dijî teslîmiyetê berxwedan didome
Li Kobanê ya di bin êrîşên cîhadîstan, peymanên binpêkirî û dorpêça giran de ye, gel ferzkirina teslîmiyetê red kir. Bajarê ku deriyên xwe ji bo 200 hezar penaberan vekir, li dijî ferzkirina "an îmha an jî teslîmbûnê" riya berxwedanê hilbijart.
SÎLVA EL ÎBRAHÎM
Di van rojên ku dorpêça li ser Kobanê tundtir dibe û dengê bombebaranê bilind dibe, gel riyeke bi rûmet hilbijart; bêyî paşve gav bavêje, nîşan dan ku bajar bi îradeyek xurt belgeya teslîmbûnê parçe dike û nayê şikandin, sînorên heyameke nû xêz dike. Vê yekê îsbat kir ku azadî ne vebijarkek dikare were paşxistin, biryareke ku tevî tarîtî û gef zêde bibin jî divê bi têkoşînê bê bidestxistin e.
Kobanê li dijî dorpêçê serî netewand. Bajar 200 hezar penaberan qebûl kir û navendên ku wan stargeh bike ava kir. Tevî dorpêç û kêmbûna pêdiviyên bingehîn jî penaberên di stargehan de daxwaza alîkarî yan jî xurekê nekirin; ji bo wan tişta herî girîng rûmeta mirovan, vegera bi ewle ya malên xwe û mafên makezagonî yên piştî şerên salan bi dest xistibûn.
Kobanê, ji berxwedanê re nûnertiya jiyanê dike; kevirên wê yên wêranbûyî xeyalên Osmanî defin kirine û çîrokên qehremaniyê yên girêdayî axê vedibêjin. Bajar, mekanekî ku bedana Arîn bi qûmê re dibe yek, gelê "rast" û "îstîsna" dike yek e. Tevî ku li Kobanê, Kurdistan li çar parçeyan hatibe dabeşkirin jî bi gelê xwe re tabloya berxwedan û serkeftinê ava dike û alên reş ên dagirkeran li ser dîwarên xwe parçe dike û xeyalên wan vala derdixe.
Pergala neteweya demokratîk hat hedefgirtin
Di aloziyên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Kobanê jî para xwe ji van êrîşan girt. Armanca van êrîşan dawîanîna pergala neteweya demokratîk, tunekirina gelê Kurd û definkirina doza wan a sedsaleke din bû. Lê belê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk riya diyalogê hilbijart. Tevî vê yekê meyla koma Ceyş El-Îslamîst Heyet Tehrîr El-Şam a xiyanet û binpêkirina peymanan baş dihat zanîn. Binpêkirina peymana 1’ê Nîsanê bandorê, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kir û bi sûcên şer û tehliyeyên bi darê zorê bi encam bû.
Êrîş dagirkerî û binpêkirinên peymanê
Peymana 10’ê Adarê jî armanc kir ku aloziyên etnîkî yên li herêmê zêde bike û eşîrên Ereb li dijî nifûsa Kurd sor bike. Gelên Kurd û Ereb ên bi sedsalan bi hev re jiyan, bi gelemperî bi darê zorê ji stargehên Kobanê û Cizîrê re hatin koçberkirin û yên mayîn jî di bin zilm û gefê de dijîn; hinek ji wan hatin qetilkirin an jî birîndar bûn.
Dihat payîn ku bi peymana Dêr Hafirê re Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) xwe ji Rojhilatê Firatê bikşînin; lê belê êrîşan di bin rêveberiya cîhadîstan û Tirkiyeyê de berdewam kirin. Gihîştin dîwarên Kobanê û Hesekê lê QSD’ê ji pevçûnê dûr ket. Di van êrîşan de şaneyên DAIŞ’ê hatin çalak kirin û malbatên li kampa Holê û çekdarên li Şedadiyê hatin revandin.
Teslîmiyetê qebûl nekir
Zêdetirî 80 gundên li gundewarên Kobanê, ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam ve hatin talankirin. Koçberên li wan gundan diman hatin qetilkirin an jî rastî heqaretê hatin. Kesên ku hewl didan vegerin gundên xwe jî rastî guleyan hatin.
Fermandarê QSD’ê General Mazlûm Ebdî, ji bo rawestandina êrîşan bi serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şara re civiya û şertên peymana 18’ê Çileyê pêşkêş kir. Armanca vê peymanê bidawîanîna şoreşa Rojava bû. Mezlûm Ebdî peyman red kir û got: “Ez ê bi rûmet bimrim û gelê xwe û rûmeta xwe nefiroşim. Ez ê vegerim ba gelê xwe li Rojava û em ê şer ragihînin.” Tevî ku Ehmed el-Şara gel neçarê teslîmbûnê kir jî bi biryar bû ku van êrîşan jî têk bibe.
Tevî pêdivî bi alîkariyê heye jî daxwaza sereke vegera bi rûmet e
Êrîş bi piştgiriya Tirkiyeyê zêde bûn; bi bombebaranê gelek malbat hatin hedefgirtin, bajar hat dorpêçkirin û av, elektrîk, înternet û bazirganî qut bûn. Kobanê li dijî dorpêçê serî netewand. Bajar 200 hezar koçberên ji Reqa, Tebqa, Eyn Îsa, Til Seman û Girê Spî penaber pêşwazî kir. Dibistan û kreş veguherîn navendên stargehbûnê û 72 hezar xwendekar ji mafên xwe yê perwerdeyê bêpar man.
Di rojên destpêkê yên dorpêçkirinê de bi taybetî ji ber kêmbûna dermanên nexweşiyên kronîk û sermaya zêde, 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ev yek, ji bo dermankirinên mîna şekir, tansiyona bilind, nexweşiya dil, diyalîz û penceşêrê re bi kêmbûna krîtîk a dermanan re girantir bû.
Tevî dorpêç û kêmbûna pêdiviyên bingehîn jî penaberên di stargehan de daxwaza alîkarî yan jî xurekê nekirin; ji bo wan tişta herî girîng rûmeta mirovan, vegera bi ewle ya malên xwe û mafên makezagonî yên piştî şerên salan bi dest xistibûn bûn.
Di rojên dorpêçê de, ji aliyê gelê Bakurê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor ve alîkariya xurekê hat şandin lê belê ev alîkar têra mîsogerkirina pêdiviyên bajêr û koçberan nekir. Gel ne daxwaza alîkarî, daxwaza rakirina dorpêçê, ji nû ve destpêkirina bazirganiyê û ketina derman û xwarina pitikan a ji bo bajêr kirin.
Rakirina dorpêçê yek ji xalên peymanê ye
Ji ber berxwedana gel û biryardariya teslîm nebûnê, bi peyamana teslîmbûnê ku cîhadîstan ferz kirin re hewldana ku armanc dikir ezmûnên rêvebirin û ewlehiya wan li bajêr asteng dike, bê encam ma. Di encamê de di 29’ê Çileyê de peymaneke din a li gorî bendewariyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê hat îmzekirin. Lê belê rêveberiya demkî ya Şamê di pêkanîna şertên peymanê de dereng dimîne û Kobanê hê jî di bin dorpêçeke tund de ye. Lê li gorî xalên peymanê diviyabû dorpêç bihata rakirin.
Gelê Kurd, ji ber xiyanetên ku di peymanên berê de hatin kirin, baweriya xwe bi rêveberiya demkî winda kir û gel hê jî taxên xwe di navbera xwe de diparêze. Gelê bajêr, bi şev li dijî gefên heyî her dem li ser piyan e û wê heta pêkanîna hemû xalên peyamanê li ber xwe bidin.
*Rojnamevan