Li Kobanê gel ji bo Efrînê daket qadan

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û koçberên Efrînê di 8’emîn salvegera dagirkirina herêma Efrînê de meşiyan. Kobaniyan diyar kirin ku ewê ji bo ji nû ve avakirina Efrînê xebatên kolektîf bimeşînin.

Kobanê – Dewleta Tirk û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşeke dagirkeriyê li hember bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê pêk anî. Berxwedana gel û şervanên wê ku 58 rojan dewam kir, ew neçar hiştin ku hemû çekên giran û balafirên şer bikar bînin ku di dawiyê de bajêr hat dagirkirin.

Îro bi diruşma “Di 8’emîn salvegerê de em dagirkeriyê şermezar dikin, em vedigerin Efrîna xwe”, bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û koçberên ji Efrînê ku li Kobanê dimînin, çalakiyek li dar xistin. Gel li qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bû. Bi hilgirtina alan, çiqlên Zeytûnan û diruşmên “Bijî berxwedana Efrînê” ji qada Jina Azad heta qada Aştiyê meşiyan û li wir rawestiyan.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kobanê Arif Balî li ser navê girseyê axivî. Erif Balî dagirkirina Efrînê bibîr xist, bal kişand ser vegera gel a di vê pêvajoyê de ku tekeziya vegereke bi rûmet kir.

Meş bi silavkirina berxwedana gelê Efrînê bi dawî bû.