Li Kobanê fakulteya Zanistên Civakî a bîrdoziya Abdullah Ocalan ava dibe
Zanîngeha Kobanê di sala 2026’an de fakulteya Zanistên Civakî ya ku bi bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nêrîna Jineolojî birêve biçe, dest bi perwerdê dike.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Zanîngeha Kobanê ya ku ji sala 2018’an ve di asta kantona Firatê de hat avakirin, di 29’ê Hezîranê de avakirina Fakulteya Zanistên Civakî ragihand. Zanîngehê fakulteya xwe bi van hevokan ragihand; “Li ser binemayên perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên aştiyê ku pê banga avakirina felsefeya şaristaniya demokratîk wekî şêwazê jiyanê dike, fakulteya Zanistên Civakî radighînin. Ev felsefe dê bibe kevirê bingehîn û destpêkeke saxlem a rêwîtiya wê ya akademîk û pewerdeyî ku pabendî nirxên azadî, dadmendî û jiyana aştiyane ye.”
Zanîngeha Kobanê bi van gotinan, di sala nû ya xwendinê de wê beşên dîrok, felsefe, civaknasî, Jineolojî û erdîngariyê li gor şêwazê Interdisciplinary bide destpêkirin.
Ji bo ji nêz ve naskirina vê fakulteyê, girîngî û armanca wê, mamosteya fakulteya Zanistên Civakî Firyaz Berkel bersiv da pirsên me.
*Avakirina fakulteya Zanistên Civakî bi rengekî fermî hat raghandin. Çima we di vê pêvajoyê de pêdivî bi vê gavavêtinê dît û gelo silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên di 11’ê Hezîranê de ji bo Zanîngeha Kobanê, bandoreke çawa li ser vê projeyê kir?
Fakulteya Zanistên Civakî weke beş di zanîngeha Kobanê de tunebû. Ji ber vê ji nû ve tê avakirin. Di 2026’an de bi awayek fermî deriyê tomarkirina di vî beşî de wê bê vekirin. Em ê di vê fakulteyê de beşên dîrok, felsefe, civaknasî, Jineolojî û erdnîgariyê bidin. Bê guman dema ku me ev beş hilbijartin, armancên me yên zanistî jî li pey vê yekê hene. Vekirina vê fakulteyê tevî her 5 beşên wê, li gorî pêwîstiyên civaka me ne. Em ê fakulteyê wiha bikin ku bibe cihekî akademîk ku ji bo hemû pirsgirêk û aloziyên me yên civakî dergeha çareseriyê be. Diviyabû ku ev beş ji mêj ve bihata vekirin, lê mixabin ji ber hin şert û mercên weke şerê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû da, xirabûna binesaziya Kobanê, kadroyên kêm û derfetan em dereng man. Tevî van hemû xalan jî, ne weke fakulte lê bi rêbazên semîneran ev beşên me anîn ziman di tevahî zanîngeha Kobanê de ji bo xwendekaran weke metiryalekî sereke dihatin dayîn.
Ev fakulte her ji aliyê xwendekar û mamosteyan ve dihat hilbijartin ku bi rastî jî xwendekarên me tesbît û çareserkirina pirsgirêkên ku pê re rûbirû dimînin di vê fakulteyê de dibînin. Li ser vê bingehê ev demeke dirêj e ku civîn, nirxandin û nîqaş li ser vekirina fakulteya Zanistên Civakî tên meşandin. Me her guman dikir ku gelo em ê bikaribin fakulteyeke di vê astê de serkeftî ava bikin yan na. Bi silav û peyama Rêber Apo a ji bo zanîngeha Kobanê, kadro û xwendekarên wê re, me gumanên xwe tune kirin û me hêzeke mezin jê girt ku em dikarin vê fakulteyê ava bikin û birêve bibin.
*Li gor bersîva we, dê bi temamî fakulteyeke akademîk û zanistî were avkirin? Ev gav ji aliyê xwendekaran ve çawa hat pêşwazkirin û dê encamên çawa bi xwe re bîne?
Piştî silavên Rêber Apo diviyabû em vê peyamê bê bersîv nehêlin û xwedî lê derkevin. Li ser vê bingehê me dest bi amedekariyan kir. Me civîna ragihandina fakulteya Zanistên Civakî pêk anî û di nav de hevpeymana zanîngehê û pergala fakulteyê hat eşkerekirin. Li gor çavdêrî û şopandina me ji xwendekarên ku beşdarî civînê bûn û dê dest bi xwendina zanîngehê bikin, ew gelek bi coş bûn. Mirov hêvî, bendewarî, heyecan û hezkirina wan bi rengekî şênber hîs dikir. Bi taybetî ew helwesta wan a ku dê xwe di vê fakulteyê de bibînin û bikarbin li dijî pirsgirêkên xwe yên civakî, jiyanî û rojane xwedî çareserî bin me dît. Em di nava şer de dijîn, ji ber vê dê civak jî bandor bibe.
Her wiha em di serdema teknelojiya herî pêşketî de ne, ev jî bi rengekî rasterast bandorên neynî li ser ciwanan dike. Ji bo vê jî di nava civakê de parçebûneke cidî heye, ciwan weke fîzîk hene lê weke hiş û ruh hatine dagirkirin. Girêdayî vê me pêdivî dît ku bi analîzkirina van pirsgirêkan û pêşkêşkirina çareseriyan em bikaribin rê li ber belavbûna madeyên hişbir, xwekûştinê û hwd bigirin. Ji bo vê jî hêviyên me ji vê fakulteyê gelek mezin in û ji bo ku em bikarbin erka xwe bi temamî bînin cih me sîstema Interdisciplinary hilbijartiye. Ev sîstem rê li pêşiya xwendekaran vedike. Di 2 salên destpêkê de hemû beşan ew ê bixwînin û di herdû salên dawî de jî beşa xwe ya bingehîn a pisporî bixwînin. Li ser bikaranîna vê rêbazê jî gelek nîqaşên me bi pêşketin, di dawiyê de gihîştin encamekê ku ev zanist hevdû temam dikin, ger xwendekar civaknasiyê bixwîne û dîroka xwe nas nake pirsgirêk e, ev xal ji bo hemû beşan jî derbasdar e.
*Di nirxandinên we de zanista Jineolojî bala me kişand. Wek tê zanîn ev zanist ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye ragihandin û di vê pêvajoyê de Ocalan ji bo Akademiya Jineolojî peyameke şand. Di vir de Jineolojî dê xwedî xweserî û bandoreke çawa be di vê fakulteyê de? Ji ber ku we di ragihandina vekirina fakulteyê de bal kişandiye ser avakirina şaristaniya Demokratîk a ku dê bi azadiya jinê re temam bibe?
Ya balkêş di vê fakulteyê de cudebûna me derdixe holê; dê hemû zanist jî bi nêrîn û fikrên Jineolojî bin. Ji xwe pirsgirêkên me yên bingehîn ji vir derdikevin, jihev cudakirina zanistan û pirsgirêk bi nêrînên cuda nirxandine. Civaknas bi nêrîna pirsgirêkan analîz dikin, felsefe li ser bingeha diyarde yan jî mentiq girtine dest û dîroknas jî di çarçoveya lêkolînên dîrokî û pêşerojê zivîrîne. Ji ber vê jî dê zanista Jineolojî çavkaniya van hemû beşan be ku pirsgirêkên bingehîn xwe dispêrin nenaskirina dîroka jinê, pirsgirêk û zanista jinê. Ji ber vê jî beşa me ya bingehîn a ku materyalên xwe bispêrinê, zanista Jineolojî ye. Materyalên me yên kevin ên Zanistên Civakî di çarçoveya bîrdoziya Rêber Apo de hatibûn amedekirin, lewra jî em ê bi rengekî xwezayî dîsa jî di vekirina fakulteyê de felsefeya wî bikar bînin.
Li aliyekî din kadroyên fakulteyê li ser felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin ku projeyên wî yên di vê sedsalê de weke kilîta çareseriyê em digirin dest, cihekî girîng di perwerdeyên me de digirin. Di van rojên borî de perwerdeyeke me bi zanîngeha Birîm re bû. Herî zêde wan Jineolojî û çima em bîrdoziya Rêber Apo di materyalên xwe de bikar tînin, meraq dikirin û dipirsîn. Bersîva me jî ew bû ku Rêber Apo ji bo me hizir û bîrdoziyeke ku dikare dawî li hemû aloziyên cîhanî bîne. Li ser vê bingehê jî dê fakulteya me bi nêrîn û felsefeya Rêber Apo birêve biçe ku zanista Jineolojî ji berhemên vê felsefeyê ye. Jineolojî zanista jin û civakê ye, bi jineke azad re jiyan û civakeke azad pêkan e. Em ê nifişekî nû, agahdar, rewşenbîr, bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerdekirî, ava bikin.
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku dê jin pêşengiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin. Hûn weke jinên ku di qadên zanistî de cih digirin, di vî warî de rolek e çawa bilîzin û bi taybet di avakirina nifşekî zanyar û azad de?
Ez dikarim tekez bikim ku avakarên vê fakulteyê bi piranî jin in, ev jî yek ji destkeftiyên şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku jinan dikaribû xwe bighînin asta pêşengiya avakirina fakulteyên avakirina mirovan a li ser bingeha felsefeya jiyana azad û demokratîk. Bi taybetî jî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo ragihand de. Di encama materyal, perwerde û hişmendiya Rêjîma Baas de em ji paşeroj û pêşeroja xwe hatibûn qûtkirin. Tenê di çarçoveya avakirina karekterên ku weke ew dixwazin de perwerde dihatin dayîn. Li dijî vê hişmendiyê û ezmûna ku me dît, zanîngeha Kobanê û bi taybetî fakulteya Zanistên Civakî dibe bersîv û alternatîfên wek Netewa Demokratîk û Sosyolojiya Azadiyê ji bo nifşan pêşkêş dike.
Hêviyên me mezin in û biryardariya me jî bihêz e, em ê xebateke wiha baş bikin ku li gor silavên Rêber Apo be. Em ê zanîngeha Kobanê di warê pêkanîna felsefeya Rêber Apo de bikin sembol û dergeh. Bi taybetî fakulteya Zanistên Civakî dê bibe navenda lêkolîn, lêpirsîn û tesbîtkirina pirsgirêkên civakî. Di vî warî de dê navendên me ên lêkolînê yên girêdayî fakulteyê hebin ku erka wan wê tenê ji her warî de lêkolînkirina pirsgirêkên civakî be. Piranî zanistên heyî tenê di warê parvekirina pirsgirêkan de sînordar maye, lê em ê pirsgirêkan derxin holê û çareseriya wan jî pêşkêş bikin ku em aloziyên heyî ji kokê de ji holê rakin.