Li Kobanê di êrîşa dewleta Tirk de jin û zarokek jiyana xwe ji dest dan
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî gundê Cadê yê başûrê Kobanê topbaran kir. Di encamê de zarokek 12 salî û dayika wê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li gor agahiyên ji heremê hatin, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî gundê Cadê yê başûrê Kobanê yê kantona Firatê bi çekên giran topbaran kir. Di encama topbaranê de zarokek keç ya 12 salî û dayika wê jiyana xwe ji dest dane.Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Nesîm Xelef (12) û Sewsen Xelef (35).