Li Kobanê bi boneya 4’ê Nîsanê 500 dar hatin çandin

Li Kobanê di çarçoveya çalakiyên 4’ê Nîsanê ango rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongra Star û Desteya Jîngehê li ser girê Miştenûrê 500 darên sîpresê çandin.

Kobanê – Di çarçoveya çalakiyên 4’ê Nîsanê de, li bajarê Kobanê yê Rojava înîsiyatîfek jîngehê ji hêla Kongra Star û Desteya Jîngehê hate destpêkirin. 500 darên sîpresê li ser girê Miştenûrê bi armanca pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin çandin. Bi vê çalakiyê girîngiya parastina xwezayê û vejandina nirxên jîngehê yên ku Abdullah Ocalan di projeya xwe ya rewşenbîrî de destnîşan kiriye, bi bîr xistin.

‘Felsefeya wî civak, takekes û jina azad îfade dike’

Di çalakiya çandina daran de, endama Koordînasyona Kongra Star li Kobanê Xunav Xelîl  axivî û rojbûna Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir. Xunav Xelîl diyar kir ku jidayîkbûna Abdullah Ocalan temsîla jidayîkbûna mirovahiyê, jinan û xwezayê dike û wiha got: “Ji ber ku felsefeya wî civak, takekes û jina azad îfade dike û vîzyonek ji jîngehek paqij û jiyanek di ahengek bi xwezayê re, temsîl dike.”

‘Bandora kûr a felsefeya wî ya li ser civakê’

Xunav Xelîl destnîşan kir ku Abdullah Ocalan tekane fîlozof e ku bi armanca avakirina civatek azad û ekolojîk banga azadiya hemû gelên cîhanê û azadkirina jin, ciwan û zarokan kiriye û wiha domand: “Bandora kûr a felsefeya wî ya li ser civakê, tevî ku ew di hucreyek îzolekirî de bû jî destnîşan kir ku dixwazin îradeya gel têk bibin û projeya wî ya rizgariyê were tepeserkirin.”

Xunav Xelîl soza xwe ya berdewamkirina nêzîkatiya Abdullah Ocalan û bilindkirina têkoşîna ji bo avakirina civakek demokratîk a ekolojîk ku hemû kom, doktrîn û mezheb tê de ji azadî, çand û nasnameya xwe sûd bigirin, nû kir. Xunav Xelîl balkişand ser girîngiya pabendbûna bi banga aştî û civakek demokratîk a ku Abdullah Ocalan vê dawiyê dest pê kiriye, ji bo ku ev qonax bi serkeftî be.

Hêjayî gotinê ye ku xelkê Kobanê û rêxistinên jinan û jîngehê bi salan e bi hatina meha Nîsanê re daran diçînin, wek nûkirina soza avakirina civakek jîngehparêz ku girîngiyê dide xwezayê.