Li Kobanê 72 hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar man
Êrîşên dawî yên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kantona Firatê bû sedema girtina 572 dibistanan. Pêla koçberiyê ya tê jiyîn jî, dibistan ji bo kesên ji cih û warên xwe bûne veguherand navendên stargehan.
SÎLVA ÎBRAHÎM
Kobanê – Hevseroka Rêveberiya Dibistanan a bajarê Kobanê Ezîze Îsmaîl, da zanîn derengketina pêkanîna bendên peymana ku di Çileyê de hatiye îmzekirin ku vegera koçberan ji bo malên wan pêşbinî dike, dê bibe sedem ku xwendekaran nikaribîn heyama duyemîn a sala xwendinê temam bikin.
Di 6’ê Çileyê de Kurdên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê rastî êrîşên çeteyên cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam a bi piştgiriya dagirkeriya Tirkiyeyê hatin. Êrîş zêde bûn û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn. Êrîşan bi binpêkirina peymana Dêr Hafir a ji aliyê cîhadîstan ve dest pê kir û heta di 18’ê Çileyê de dorpêçkirina giran a bajarê Kobanî dom kir.
Ev rewş bû sedema koçberbûna bi hezaran malbatên Kurd a ji Reqa û Tebqayê û her wiha bû sedem ku penaberên ji Efrîn û Girê Spî yên di kampan de dijîn, ji nû ve ji cih û warên xwe bibin. Van malbatan xwe spartin bajarê Kobanê û dibistan û cihên kar mîna stargeh bi kar anîn.
572 dibistan hatin girtin
Êrîşên dawî yên li dijî Kantona Firatê, bûn sedema pêla koçberiyê û rawestandina pêvajoya perwerdehiyê. Hevseroka Rêveberiya Dibistanan a bajarê Kobanê Ezîze Îsmaîl, da zanîn êrîşên dawî bûn sedem ku 72 hezar xwendekarên jin û xort ên di asta dibistanên seretayî, navîn û amadeyî de ji perwerdehiya xwe bêpar bimînin.
Ev xwendekar li ser 572 dibistanên kantonê hatin belavkirin. Ji ber zêdebûna nifûsê li bajêr a piştî pêla koçberiyê, 18 dibistanên li Kobanê û deverên gundewarî yên wê ji bo koçberan veguherin navendên stargehbûne. Ev zêdebûna tevgera leşkerî, di betlaneya navîn a sala perwerdehiyê de pêkhat. Xwendekaran, ezmûnên xwe yên heyema yekemîn di 15’ê Çile de dan û dihat payîn ku dewreya duyemîn jî di 25’ê Çile de dest pê bike. Lêbelê, êrîş û pêla koçberiyê vegera xwendekaran ji bo polên xwe asteng kir û bû sedem ku 4 hezar û 100 xebatkarên perwerdeyê ji pêkanîna erkên xwe yên li dibistan û saziyên perwerdeyê bêpar bimînin.
Hevseroka Rêveberiya Dibistanan a bajarê Kobanê Ezîze Îsmaîl, wiha got: "Di bin şert û mercên mirovî yên dijwar de hebûna penaberan a di dibistanan de berdewamiya pêvajoya perwerdehiyê sînordar dike. Ev rewş gelek bandorên neyînî li ser derûnî ya perwerdehî û civakî ya xwendekaran çêdike û ji ber ku hemû xwendekar li malê ne valahiyek diafirîne."
Ezîze Îsmaîl, di berdewamiya axaftina xwe de daxwaz kir şertên peymana ku di navbera Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin bi lez werin bicîhanîn ku vegera kesên ji cih û warên xwe bûne ji bo mal û bajarên xwe misoger bibe. Ezîze Îsmaîl, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ji bo ku dibistanan ji nû ve xwendekaran qebûl bikin divê pêvajo bê lez kirin û hişyarî da ku dereng pêkanîna peymanê dê rê li ber xwendekaran bigire ku heyama duyemîn bişopînin.
‘Dibistan ji bo perwerdeyê ne, ne ji bo stargehbûn e’
Gotinên "Dibistan ji bo perwerdeyê ne, ne ji bo stargehbûn e” aydê Şîraz Muhammed Haso ya ku neçar ma bi malbata xwe re ji Kampa Tel Semen koç bike û berê xwe bide dibistanek li Kobanê ye. Şîraz Muhammed Haso, mînakek xeyalên zaroktiyê yên ku di nav bombebarana şer, rêyên koçberiyê û stargehan de nîvço maye ye.
Şîraz Muhammed Haso, rewşa trajîk a zarokên li herêmê bi van gotinan vegot: "Em di bin şert û mercên koçberiyê de rastiyek trajîk dijîn. Min zarokatiya xwe di kamp û navendên stargehbûne de derbas kir. Vê care jî em ji ber şer ji Kampa Tel Semenê koçber bûn û berê xwe dan Kobanê.”
Şîraz Mihemed Haso ya xwendekara pola sêyemîn, diyar kir ku ji ber şer nekariye perwerdehiya xwe temam bike û wiha got, "Dibistan ji bo perwerdehiyê hatin avakirin, ne ji bo stargehbûne. Me mal û perwerdehiya xwe li pey xwe hişt û niha em di dibistanan de dijîn."
Şîraz Mihemed Haso, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dixwaze vegere Girê Spî, di nava aştiyê de bijî û di nava şert û mercên ewle û aram de perwerdehiya xwe bidomîne.