Li Kobanê 4 zarokan ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah, ragihand ku li Kobanê 4 zarokan ji sermayê jiyana xwe ji dest dane
Navenda Nûçeyan- Dorpêç û êrişên HTŞ, DAIŞ û komên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê didomin. Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah ragihand ku li Kobanê ya di dorpêçê de 4 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane.
Hediye Abdullah, got: “Ji ber dorpêça giran a li ser Kobanê, li navenda bajêr 4 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.”
Hemû rêyên ber bi Kobanê ve hatine girtin; ceyran, av û derman ji bajar re naçin. Li gel dorpêç, nebûna sotemenî û kêmbûna dermanan, her wiha berfa bariyayî jî şert û mercên jiyanê yên gel pir giran kiriye.