Li Kirmanşanê jina Kurd bi îşkenceyê hate qetilkirin
Di xwepêşanên li Kirmanşanê de jina Kurd Dilara Kazamî bi îşkenceyê hate qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, ragihand ku jina Kurd ya bi navê Dilara Kazemî ya xelkê bajarokê Geylan Xerbî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, di dema xwepêşandanan de hatiye binçavkirin.
Çavkaniyê, ragihand ku Dilara Kazemî dema hatî binçavkirin, ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.
Hat ragihandin ku Dilara Kazemî ya zewiciye û dayika du zarokane, di dema îşkenceyê de hêzên rejîmê du dest û didanên Dilara şikandibûn.