Li Kerkûkê pêşangeha şêwekarî

Li bajarê Kerkûkê pêşangeha çaremîn a şêwekarî bi dirûşma ‘Hunera şêwekarî di naverokê de bi xwe pêşîlêgirtin û pêwendiye’ hat vekirin.

Kerkûk – Di 28’ê Gulanê de li hola Navenda Rewşenbîrî ya li bajarê Kerkûkê başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Hunera şêwekarî di naverokê de bi xwe pêşîlêgirtin û pêwendiye’ bi hevkariya beşa Kerkûkê ya navenda hunermandên Iraqê û Navenda Rewşenbîrên Kerkûkê çaremîn pêşangeha şêwekarî hat vekirin.

Di pêşangehê de hejmarek berbiçav ên hunermand, hunerdost, çalakvan, rewşenbîr û nûnerên navenda bajar amade bûn. 30 tabloyên hunerî ku ji aliyê 30 hunermandan ve hatibûn çêkirin hatin pêşandan.

Ev meheke hunermend di çarçoveya vê pêşangehê de li cihên kevin ên bajarê Kerkûkê digrin.