Li Kerkûkê jinek rastî êrîşa bi tîzaf hat
Li taxa Şurîce ya bajarê Kerkûkê mêrekê tizav bi hevjîna xwe de kir, ji ber rêjeya zêde ya tîzavê beşek ji bedana wê şewitî û wê rakirin nexweşxaneyê.
Navenda Nûçeyan- Li başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan her diçe zêdetir dibe, tevî zagonên parastina mafên jinan hene jî nayên bicihanîn. Li taxa Şurîce ya bajarê Kerkûkê jinek bi ji aliyê hevjînê xwe ve bi tîzavê hate şewitanin, ji ber rêjeya zêde ya tîzavê beşek ji bedena wê şewitî û wê rakirin nexweşxaenya Azadî ya Kerkûkê.
Li gorî agahiyan H.Î. di sala 1988’an de ji dayîk bûye û dayîka sê zarokan e.
Tenê di meha Çileya îsal de nêzî 10 jinan bi şewatê jiyana xwe ji dest dane
* Di 12’ê Çileyê de li taxa Jale ya bajarokê Rizgarî yê sînorê Germiyanê, ji ber teqîna sobeyê jinek jiyana xwe ji dest da.
* Di 8’ Çileyê de li Dihokê zarokek keç a 14 salî, piştî 10 rojan li nexweşxaneyê ma, ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da.
* Di 6’ê Çileyê de zarokek keç a 13 salî li bajarokê Qeladizê yê sînorê îdareya Raperîn bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da û gotin ku xwe şewitandiye.
* Rêxistina Serbixwe ya Jinan ragihand ku li Kerkûkê jinek bi navê J.X.C ji ber şewatê jiyana wê di xeterê de ye.
* Di 6’ê Çileyê de li bajarokê Kuştepe yê girêdayî bajarê Hewlêrê, jinek Ereb bi awayekî bi guman bi şewatê jiyana xwe ji dest da.
* Di 3’ê Çileyê de li taxa Huwane ya Silêmanî jinek bi awayek guman ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê li bendava Xwase ya Kerkûkê hat dîtin.
* Şeva 1’ê Çileyê li taxa Gazîwe ya bajarokê Kelarê du xwişkên di heman malê de ji ber teqîna gazê yekê jiyana xwe ji dest da ya din jî birîndar bû.