Li Kenyayê bîlançoya lehiyê giran dibe

Li Kenyayê ji ber barana zêde ya bû sedema lehiyê hejmara miriyan her diçe zêde dibe. Hat ragihandin ku hejmara kesên di lehiyê de heya niha 257 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan-Berdevkê hikûmeta Kenyayê Isaac Mwaura bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên di karesata lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn gihişte 257’an û 188 kes jî birîndar bûne.

Mwaura diyar kir ku ji lehiyê 293 hezar û 661 kes bandorbûne û li gel van 61 navendên tenduristiyê jî zirar dîtine. Her wiha da zanîn ku 9 hezar û 816 donum zeviyên çandiniyê zirar dîtine û pêdiviyên bingehîn ên xwarinê li kesên ku ji lehiyê bandorbûyîn hatin belavkirin.

Isaac Mwaurada ragihand ku li gelek aliyên welat lehî berdewamin û li gorî pêşbîniyên herî dawî yên rewşa hewayê diyar dikin ku li 31 herêman wê bahoz û baranên tund berdewam bikin.