Li Kaudayê 61 kesan jiyana xwe ji dest dan Tora Bijîşkên Sûdanê hişyarî da
Li gorî daxuyaniya Tora Bijîşkên Sûdanê, li bajarê Kauda yê eyaleta başûrê Kordofanê zarok û jin di nav de 61 kesan, di pevçûnên di navbera Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Bakur (SPLM-N) û qebîleya Otoro de jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – Raporên mafên mirovan bal kişandin ser zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan li Eyaleta Kordofana Başûr. Rêxistinên tendirustiyê û mafên mirovan belge kirin ku di dema pevçûnên bi çek ên li herêma Kaudayê hatin jiyîn de sivîl rasterast bûne hedef, bûyerên kuştin û talanê qewimîne. Di raporê de hişyarî hat dayîn ku dibe rewşa mirovî xirabtir bibe û korîdora bi ewle ya mirovî tüne ye.
Tora Bijîşkên Sûdanê duh, ango roja 13’ê Gulanê, di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama pevçûnên du hefteyan, di navbera Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Bakur û qebîleya Otoro de li bajarê Kauda yê Başûrê Kordofanê çêbûne de, zêdetirî 61 kes, di nav de neh zarok û pênc jinan jiyana xwe ji dest dan. Bi pêla mezin a koçberiyê re di nava gel de tirs çêbû. Torê diyar kir ku ji ber îfadeyên kesên ji Kauda û derdora wê rizgar bûne, di nava du hefteyan de ji ber zêdebûna binpêkirinên li dijî sivîlan bi fikar in.
Sivîl tên hedefgirtin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku binpêkirin înfazên bê daraz, komkujî û şewitandina mal û dikanan, talankirina berfireh a milk, digre nava xwe, ev jî ji aliyê hêzên girêdayî Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Bakur ve hat pêkanîn. Her wiha sivîl rasterast hatine hedefgirtin.
Torê piştrast kir ku şahidî nîşan didin, deverên Atoro bûne cihê binpêkirinên tirsnak li dijî gelê xwe, gund û deverên derdora Kauda bi operasyonên sîstematîk ên şewitandinê, zextên li dijî sivîlan didomin. Hat diyarkirin ku ji bo tehliyekirina birîndaran û gihandina alîkariyên mirovî korîdoreke bi ewle tüne ye.
Rêxistinê ji binpêkirinên li herêma Kaudayê hatine jiyîn lîderê ‘Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Bakur’ berpirs dît û bang kir ku divê ji bo tehliyeya birîndar, jin û zarokan korîdora mirovî were vekirin. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî kir ku ji bo parastina sivîlan mudaxeleya lezgîn bikin.
Li hemberî vê, Tevgera Gel çend roj berê di daxuyaniya xwe de îdiayên der barê binpêkirinên li dijî sivîlan de red kir û diyar kir ku tiştên li herêmê tên jiyîn ji ber ‘nakokiyên li ser diyarkirina erd û sînoran’ in.
Pevçûn didomin
Li eyaleta Başûrê Kordofanê, eyaleta Bakurê Kordofanê û Rojava, ji 25’ê Cotmeha 2025’an vir ve di navbera artêşa Sûdanê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Tevgera Gel a hevalbendê wê de pevçûn didomin. Ji ber van pevçûnan bi deh hezaran kes koçber bûne.
Ji destpêka şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku di Nîsana 2023’an de destpê kir ve heta niha, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û nêz 13 milyon kes koçber bûne. Her wiha welat di nava krîzeke mirovî ya herî mezin a cîhanê de ye û bi xelayê re rûbirû ye.