Ruxmê şertên koçberiyê perwerde li ser Netewa Demokratîk didome

Nûnera dibistana seretayî ya kampa Waşokanî Stêra Reşik bal kişand ku li kampên Waşokanî û Serêkaniye yên piştî Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin hatine avakirin, 5 hezar û 884 şagirt li ser bingehê Netewa Demokratîk perwerdehiyê dibînin.

RONÎDA HACÎ  

Hesekê – Piştî dagirkerina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve qonaxa xwendinê hat rawestandin lê piştî ku kampa Waşokanî û Serêkaniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin, pergala xwendinê di bin şert û mercên zehmet de careke din berdewam kir. Li kampa Waşokanî û Serêkaniyê 6 dibistan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin avakirin, 132 mamoste û 5 hezar û 884 şagirt li wan dibistanan dixwînin. Nûnera dibistana seretayî ya kampa Waşokanî Stêra Reşik derbarê rewşa dibistanên li kampa Waşokanî û Serêkaniyê axivî.

Bandora êrişên dagirkeriyê li ser perwerdehiyê

Stêra Reşik bal kişand êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk li ser Serêkaniyê pêk anî û bandora wî li ser xwendinê û wiha got: “Sîstema xwendinê li bajarê Serêkaniyê beriya êrîşan pir baş bû. Şagirt bi derûniyek rehet diçûn dibistana xwe û fêrî zimanê xwe yê dayikê dibûn. Lê piştî êrîşan û dagirkirina Serêkaniyê, bandoreke neyînî li ser sîstema xwendinê çêbû. Bi hezaran şagirt û mamoste neçarî koçberiyê bûn her malbatek berê xwe da cihekî. Tenê ji bo ku bikaribe xwe û malbata xwe ji hovîtiya dewleta Tirk xelas bike. Nêzî 2 heyvan şagirt ji xwendinê bêpar man. Piştî ku Rêveberiya Xweser kampa Waşokanî û Serêkaniyê ava kir komîteya xwendin û fêrkirinê û Rêveberiya Xweser 6 kon ji bo dibistanan diyar kir û sîstema xwendinê wisa berdewam kir.”

Rûxmê her şertî perwerdehiya li ser hîmên Netewa Demokratîk didomin

Stêra Reşik bal kişand ser zehmetiyên ku hatine kişandin bi armanca berdewamkirina sîstema xwendinê û wiha got: “Destpêkê di kampê de sîstema xwendinê pir zehmet bû. Bi taybetî ji ber ku dibistan kon bûn û ji ber derfetên kêm û hejmara şagirdan a zêde me kom dan avakirin. Her komek du saetan perwerde bibînin lê me pir kêm didît. Du saetan têra şagirtan nedikir. Lê piştî dem derbas bû Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe saetên xwedinê zêde kir bû 4 saet. Me xwest armanca dijmin pêk neyê û em şagirtên xwe zana bikin, pêşerojek azad bi wan bidin avakirin. Lewma em di nava çi şert û mercan de bin bila bibin em ê sîstema xwendinê berdewam bikin û materyalên Rêveberiya Xweser ku li ser paradîgmaya neteweya demokratîk xwe ava bikin. Em ê pêşkêş bikin û di hezkirinê di dilê zarokan de ava bikin. Ji ber ku bi riya wê mirov dibe xwedî nasname, hebûn, ziman û çandê.”

‘Sîstema perwerde û fêrkirinê yek ji lingên bingehîn ên şoreşa jinan e’

Stêra Reşik diyar kir ku bingeha Şoreşa Rojava, pêşxistina jinan û sîstema perwerde û fêrkirinê ye û got: “Şoreşa Rojava bi ked, tekoşîn û berxwedana jinan hat avakirin. Ev şoreş xwe dispêre azadiya jinan û lingê wê yê duyemîn sîstema xwendin û fêrkirinê ye. Yên ku bi sîstema fêrkirin û xwendinê re jî mijûl dibin jî jin in. Di kampê de rola mamosteyên jin pir girîng e û ji bo fêrkirina şagirtan her dem dixebitin. Mamosteyên jin pêşxistina zimanê dayikê û xwedîderketina li dîrok û nasnameya xwe erkeke wijdanî û exlaqî dibînin û bi hezkirin û dilsozî dane ser milên xwe. Şoreşa Rojava ji bo me şansek e ku em bi saya wê xeyalên zarokatiyê pêk tînin û zimanê xwe bi pêş bixin, bi nasnameya xwe werin nasîn.”

‘Di mercên zehmet ên koçberiyê de em têkoşîna ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê dimeşînin’

Stêra Reşik bang li rêxistinên mirovî kir ku piştîgiriyê bidin sîstema xwendinê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji destpêka vebûna dibistanan ve heta niha, rêxistinên mirovî ji bo pêşxistina sîstema xwendinê tu alîkarî nekirine. Hemû bar li ser Rêveberiya Xweser e ruxmî ku barê wê giran e jî naxwaze zarok bê xwendin û nezan bimînin, bê nasname bijîn. Şoreşa me şoreşa xwedîderketina li zimanê dayikê ye. Îro em di kampan de vê şoreşê di bin şert û mercên herî dijwar de birêve dibin û xwedî li zimanê dayikê derdikevin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku qonaxa xwendiyê ya Rêveberiya Xweser a sala 2024’an gihîşt qonaxa dawî û ezmûnan bi dawî kir. Li gorî biryara desteya perwerde û fêrkirinê ya kantona Cizîrê dê ji bo hemû qonaxên xwendinê, asta seretayî, navîn û amadehî, di 30’yê Gulanê de karne werin dayîn.